Rêveberiya Trafîkê: Dema destûra ji bo motorsîkletan sibê bi dawî dibe

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê da zanîn ku dema ji bo motorsîkletan hatibû diyarkirin sibê bi dawî dibe û destnîşan kir ku ajokarên biryara qedexeyê binpê bikin dê ceza lê were birîn.

Rêveberiya Trafîkê: Dema destûra ji bo motorsîkletan sibê bi dawî dibe
30 hezîran, 2026   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser bingeha belavoka berê ya ku ji hêla Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ve hatibû weşandin ku tê de biryara qedexekirina motorsîkletan li deverên ku biryar lê hatiye dayîn jî hebû, em dixwazin bi bîra welatiyan bixin ku dema destûrdayînê sibê bi dawî dibe. Ji ber vê yekê, ji dawiya dema destûrdayînê pê ve, dewriyeyên trafîkê dê bi zêdekirina dewriyeyan li bajar, rê û rêyên sereke yên cuda dest bi bicihanîna biryarê bikin.

Her motorsîkletê ku binpêkirinê bike dê tavilê were desteserkirin û tedbîrên qanûnî û rêziknameyî yên pêwîst dê li gorî rêzikname û rêwerzên têkildar li dijî binpêkeran werin girtin.”

Rêveberiyê ji ajokarên motorsîkletan xwest biryarê bi cih bînin û diyar kir ku “armanca bicihanîna vê biryarê ne ferzkirina cezayan an girtina tedbîrên cezayî ye, lê rêkxistina herikîna trafîkê û parastina jiyan û milkê welatiyan e”.