Beşdarvanê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ hate darvekirin

Rejîma Îranê yek ji beşdarvanên şoreşa ‘jin jiyan azadî’ yê bi navê Mêhran Behramyan li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê bi darve kir.

Beşdarvanê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ hate darvekirin
6 îlon, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro li li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê beşdarvanê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ Mêhran Behramyan hate darvekirin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Mêhran Behramyan  û birayê wî Fazil Behramyan dema ku tevlî çilrojiya qurbaniyên devera Semîrum a xwepêşandanên şoreşa ‘jin jiyan azadî’ bibûn, bêy fermana dadwer ji aliyê hêzên Îtaetê ve hatibûn girtin. Bi tometa ‘çekrakirin û têkdana ewlehiya netewî’ cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn. Lê heta niha çarenûsa Fazil Behramyan nediyare.

Hêjayî gotinê ye di dema serhildan û xwepêşandanên şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de birayê Mehran û Fazil Behramyan yê bi navê Murad Behramyan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin.