Gelê Reqa, Dêrazor û Tebqayê gihaşt Tişrînê
Karwanê ku vê sibehê ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi rê ketibû, gihaşt Benava Tişrînê.
Ji kantonên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê vê sibehê gel ji bo çalakiya nobetê dewr bigire, ber bi Bendavê Tişrînê ve bi rê ketibû.
Karwanê ji her sê kantonan beriya çend kêliyan gihaşt bendavê û ji bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Bijî berxwedana bendavê" hat pêşwazîkirin.
Karwanê ji her sê kantonan, dê çalakiya nobetê ya dewr bigire.
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê çalakiya nobetê bi rêxistin dike. Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi biryardarî dewam dike.
(bb)
ANHA