Besam Îshaq: Li Washingtonê projeya Rêveberiya Xweser tê nîqaşkirin

Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi sîstema civakî ya Amerîkayê hemaheng e û qadên siyasî yên li Amerîkayê dixwazin bêtir vê projê nas bikin.

Besam Îshaq: Li Washingtonê projeya Rêveberiya Xweser tê nîqaşkirin
1 ÇILE, 2024   04:42
NAVENDA NÛÇEYAN 
ZANA SEYDÎ

Endamê nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê û endamê meclisa seroketiyê ya MSD'ê Besam Îshaq destnîşan kir ku ew li Washingtonê hewl didin balê bikişînin ser projeya Rêveberiya Xweser.

Îshaq wiha got: "Karê dîplomasî ji bo MSD'ê gelekî girîng e, hebûna me li Amerîkayê ji bo armancên sûriyeyiyanû dewleta Sûriye ya nû ya demokratîk û nenavendî û bibe dewleteke pirrengî ku hemû pêkhateyan nas bike; çi pêkhateyên olî, çi neteweyî yan siyasî be."

Îshaq diyar kir ku bingeha Hevpeymana Civakî di her dewletekê de naskirina bi xwezaya xelkê dewletê de ye. Di berê û ji dema damezrandina dewleta Sûriyeyê de bibîrxistina van pêkhateyan di destûrên dewleta Sûriyeyê de hatibû dûrxistin, weke ku karekî neneteweyî ye, ruxmî ku ev pêkhate bi hev re civaka neteweyî ya Sûriyeyê çêdikin û nasnameya Sûriyeyê pêk tînin.  Îshaq wiha domand: "Em sûriyeyî xwedî armancên hevbeş e, ew jî parastina vî welatî ye û welat geş û ewle be û pêşerojek wê hebe. Dûrxistina bibîrxistina pêkhateyan û navlêkirina wan gelek pirsgirêkan ava dikin, bi taybet dema li ser netewebûnê di çarçoveya pêkhateyekê de tê axaftin. Ew bingeha krîza li Sûriyeyê ye."

′ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA DÎPLOMASIYA MSD'Ê LI WASHINGTONÊ′

Der barê astengiyên li pêşiya MSD'ê de Îshaq wiha pê de çû: "Me bi karekî awarte proje ji bo qadên siyasî pênase kir. Mijar hinekî zehmet bû ji ber wê me nikarîbû hemû xewnên gelê Sûriyeyê pêk bînin, li vir jî em dikarin balê bikişînin ser hewldanên dewletên herêmî yên reşkirina projeya Rêveberiya Xweser. Li ser vê yekê pêşbirk gur dibin, ne pêkan e ew yek bê înkarkirin, derfetên hêzên herêmê mezin in û di reşkirinê de bi rêya dezgehên çapemeniyê xwedî bandor in. Ji ber wê astengiyên mezin li pêş xebata nûnertiya MSD′ê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdikevin."

Îshaq wiha li axaftina xwe zêde kir: "Astengiya din ew e ku Amerîka wek çawa cîhan tabloyeke mezin be, bi vî awayî li cîhanê dinêre. Krîza Sûriyeyê û projeya me jî xaleke biçûk li ser vê tabloyê ye. Bo nimûne Amerîka girîngiyeke zêdetir dide aloziya Amerîka û Rûsyayê, lê tevî wê jî em hewl didin balê bikişînin ser vê tecrûbeyê û girîngiya wê di avakirina Sûriyeya nû de."

′HEMAHENGIYEKE MEZIN BI PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER RE HEYE′

Têkildarî nêrîna berpirsên Amerîkayê li ser projeya Rêveberiya Xweser Îshaq wiha got: "Proje heta asteke mezin bi sîstema siyasî û civakî ya Amerîkayê re nêzîk û hemaheng e ku ew jî li ser bingeha pirrengiyê ye. Gelê li wir ji gelek welatan, etnîk, çand û şaristaniyan e, lê belê ew vê cudabûnê wek çavkaniyeke pirrengiyê dibînin. Di destûrê e jî tu pêkhate li ser hesabê ya din nehatiye nîşandan, tenê nasnameya siyasî heye ew jî Amerîka ye û hemû welatî tê de wekhev in."

Îshaq diyar kir ku di qadên siyasî yên Amerîkayê de projeya Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin tê pêşwazkirin û got: "Ew girîngiyê didin mijara azadiyê di hilbijartina baweriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Ji ber ku wan di sedsalên dawîn de gelek zehmetî der barê wê de kişandin. Cihê tekane ku bi awayekî serbest û bê pirsgirêk azadî li gorî baweriyê ye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber wê jî ev xalên hevbeş dikarin bandoreke erênî ya mezin li projeya Rêveberiya Xweser bikin."

 Di dawiya axaftina xwe de Îshaq destnîşan kir ku wan bi rêya hevdîtinên bi senatoyên Amerîkayê re ew vexwendin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku ji nêz ve projeyê nas bikin.

(mh)