Parlamenterê PE’yê: Divê Yekitiya Ewropayê demildest ji bo Abdullah Ocalan bang bike

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen got divê Yekitiya Ewropayê demildest ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang bike.

Parlamenterê PE’yê: Divê Yekitiya Ewropayê demildest ji bo Abdullah Ocalan bang bike
1 ÇILE, 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Parlamenterê Danîmarkayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nikolaj Villumsen der barê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, ji ajansa me re axivî.

Villumsen diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û nayê qebûlkirin.

Villumsen got: “Tecrîd di heman demê de mînaka bêtehemuliya serokkomar Erdogan a ji bo tepisandina muxalefeta Kurd û ya demokratîk a li Tirkiyeyê ye.”

‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ELEQEYA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E’

Nikolaj Villumsen got: "Şikandina tecrîda li ser rêberê Kurd Abdullah Ocalan, di pêvajoyeke aştiyê de gelekî girîng e ku pêwîstî pê heye. Divê zext û bala navneteweyî li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê be. Bê guman bidawîbûna hikumeta Erdogan dikare were wateya pêşketineke demokratîk û aştiyane ya li Tirkiyeyê û ji bo welatên cîran û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd. Em dibînin ku Erdogan ne tenê gelên Tirkiyeyê, di heman demê de bi êrişkariya xwe ya bêhiqûqî û êrişên xwe yên li hemberî Kurdên li Rojava û Kurdistana Iraqê re hiqûqa navneteweyî binpê dike.”

Villumsen diyar kir ku pirsgirêka Kurd di rojeva Parlamentoya Ewropayê de, lê pêwîstiya mijarê bêhtir bi baldariyê heye. Villumsen diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê (YE) li dijî êrişkarî û zextên Erdogan dengê xwe bilind bike, gavan biavêje û mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî biparêze.

'DIVÊ PARLAMENTOYA EWROPAYÊ JI BO ÇARESERIYÊ BANG BIKE'

Nikolaj Villumsen diyar kir ku mifteya ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê pêk bîne, Rêber Abdullah Ocalan e û wiha lê zêde kir: “Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bê hêsankirin, divê YE banga tavilê serbestberdana Abdullah Ocalan bike.re