Berxwedêrên Tişrînê: Banga Rêber Apo hêvî û moral da me

Li Bendava Tişrînê banga dîrokî, banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji hêla berxwedêran ve bi zimanê erebî hat xwendin û coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Berxwedêran got banga Rêber Apo hêvî û morala mezin da wan.

Berxwedêrên Tişrînê: Banga Rêber Apo hêvî û moral da me
2 adar, 2025   22:20
BENDAVA TIŞRÎNÊ
BAZ MORDEM

Di 27’ê Sibata 2025’an de peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin. Peyama Rêber Apo li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda û hewayeke erênî çêkir..

Di roja 54’an a çalakiyên berxwedan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê de, peyama dîrokî ya Rêber Apo hat xwendin û bi coşeke mezin ji hêla çalakgeran ve hat pêşwazîkirin.

Piştî xwendina peyamê de berxwedêran diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin û dîlan kirin.

Têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedêrên bendavê ji ajansa me ANHA’yê re hest û nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Mihemed Salih ê ji bajarê Til Temirê axivî û got: "Min li peyama Rêber Abdullah Ocalan guhdar kir. Peyamê coş û moraleke mezin da min û rihetiyek kir dilê me."

Mihemed Salih anî ziman ku piştî banga dîrokî wê di herêmê de gelek pêşveçûnên girîng çêbibin û got: “Em bi hêvî ne ku bi vê bangê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin û ev pirsgirêk û êşên heyî bi dawî bibin. Gotinên Rêbertî hêz û moralek da me."

Çalakvana bi navê Nazlî Hesen a ji bajarê Hesekê diyar kir ku ew demeke dirêj in li benda gotinên Rêber Abdullah Ocalan in û got: "Bi vê peyamê em pir kêfxweş bûn û hêviyeke mezin di dilê me de ava kir."

Nazlî Hesen anî ziman ku ew moral û kêfxwejiya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan werdigrin û got: “Ji ber ku di Rojhilata Navîn de pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye, pêdivî bi pêkanîna banga Serokatî heye. Li Tirkiyeyê nasname û çanda Kurdan tê înkarkirin, ji lew re hemû hêviyên me ew in ku dewleta Tirk jî gavên cidî biavêje ku pirsgirêka heyî were çareserkirin û em bigihîjin mafên xwe."

(fr)

ANHA