ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2025
3 adar, 2025   02:00

 Pêkhateyên bajarê Dêrikê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav gelan de hezkirin çand, ji ber ku ew fikir daxwaza aştiyê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şehrezad El Casim diyar kir ku dê îsal 8'ê Adarê ji bo hemî cîhanê û desthilata li Şamê bersiveke xurt be û got “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiya Sûriyeyê û azadiya jinan bidomînin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Til Hemîsê der barê pirsgirêka kanalîzasyonanê ya bajêr de diyar kir ku wê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî panlsazî daniye. BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriydyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan kesayetiyek wêrek e û bangawaziya wî ya aştiyê de bilind nirxand. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê û tevahî herêmê berê xwe didin bendavê, (06:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 2 şervanên QSD’ê şehîd Ehmed Hesen û Ramî Şemo merasîmeke xiyabî li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve" Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê bi diruşma "jin û fêrkirin" li hola Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, paneleke BI WÊNE Û DÎMEN

Meclsia Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê li ser şideta siyasî ya li dijî jinan li hola Mişwar komcivînekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Xalid Mihemed El Mihemed defin dike, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqa bi diruşma"Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve", bi boneya Roja Jinan a Cîhanê semînerekê li Dika şehîd Musena Ebdulkerîm dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê ji bo 2 şervanên QSD’ê şehîd Îsa El Mustefa û Amir Îbrahîm merasîmeke xiyabî li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Qamişloyê bi boneya 8’ê Adarê li Kafîtirya Nercis a li taxa Siyahî paneleke diyalogê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Til Hemîsê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li hola navenda çandê ya bajêr civînekê organîze dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Çalakiyên 8’ê Adarê a Meclisa Amûdê serdana saziyên sivîl û leşkerî û kargehan dike û gulan li jinên karker belav dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Suryanî li Sûriyeyê li bajarê Dêrikê bi boneya 8’ê Adarê li hola Azar a Siyahî paneleke diyalogê organîze dike, (16:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, Kongra Star li Parka Xwendinê ya Hesekê bi sernavê "Dîroka 8’ê Adarê û bandora wê li ser têkoşîna jinê" panelekê li dar dixe, her wiha bi heman boneyê de Navenda Çand û Hunerê li bajarê Şedadê tê vekirin, di heman demê de Kongra Star û komîteyên şaredariyên gelê li bajarê Holê têketina bajêr dixemlînin. BI WÊNE Û DÎMEN