Komeke terorîst êrişî Serdozgeriya Giştî ya Dêrazorê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku komeke terorîst a girêdayî DAIŞ’ê bi motorsiklêtan êrişa avahiya Serdozgeriya Giştî ya li Dêrazorê kir. Hêzên Ewlekariyê bersiv da û ew kom neçar ma ku birevin.

Komeke terorîst êrişî Serdozgeriya Giştî ya Dêrazorê kir
2 adar, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî der barê êrişa komeke terorîst a DAIŞ’ê de li dijî avahiya Serdozgeriya Giştî ya Dêrazorê, daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di şeva yekşema 2’yê Adarê, saet 20:30’an de, komeke terorîst a girêdayî DAIŞ’ê bi motorsiklêtan, avahiya Serdozgeriya Giştî ya li bajarokê El Bisêra kir armanc.

Hêzên me di cih de bersiv da jêdera gulebaranê, bi wê re êrişkar neçar man ku birevin û tu kes ji endamên me birîndar nebûn. Dezgihên ewlehiyî lêkolînên xwe yên destpêkê didomînin, li kêlek wê jî operasyonên xwe yên lêgerîna êrîşkarên ku ev kiryara tirsonak kiriye, dewam dikin.

Her wiha hêzên me diyar kir ku ew xebatên xwe yên ewlekariyê ji bo serdegirtina terorîstan û pêşkêşkirina wan ji edaletê re li gorî usûlên qanûnî didomin."

(fr)