Berxwedêrên li Tişrînê: Armanca bingehîn parastina welat û destkeftiyan e

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihê têkoşîn û fedaî çalakiyên xwe yên parastina destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine, li Bendava Tişrînê li hember dagirkeran didomîne.

Berxwedêrên li Tişrînê: Armanca bingehîn parastina welat û destkeftiyan e
30 adar, 2025   03:45
BENDAVA TIŞRÎNÊ
ROHAT XELEF

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an ve, bi awayekî kom bi kom li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo parastina Bendava Tişrînê, di nobedariyê de ne.

Şêniyê bi navê Mihemed Selîm ê beşdarî çalakiyên nobedariyê bûye, diyar kir ku heta xwestekên wan werin bersivdandinê ew ê çalakî û berxwedana xwe bidomînin û got: "Ev xak bê deng namîne. Heta pêkanîna serkeftinê em ê li vir mafên xwe biparêzin."

Selîm diyar kir ku ev çalakî beşek ji pabendiya wan a parastina xakê û rûbirûbûna dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide xaka Sûriyeyê kontrol bike.

Li aliyekî din jî çalakger Gulî Remedan girîngî da parastina welat û destnîşan kir ku armanca bingehîn a çalakiyan parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Gulê wiha domand: "Ji bo ku em ê rêça şehîdên xwe ya parastina xakê û mirovên li vê herêmê temam bikin, em li vir in.

Di heman çarçoveyê de çalakger Hesen Îbrahîm jî got ew di berdewamkirina berxwedan û têkoşînê de bi îsrar in û diyar kir ku ew heta rawestandina êrişan gav bi paş de neavêjin. Îbrahîm wiha domand: "Armanca me ya bingehîn ji van çalakiyan parastina xak û destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan û hevgirtina gelên herêmê pêk hatine, ye."

Bendava Tişrînê enerjiyê ji gelek herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyda dike, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 3 mehan ve êrişan li dijî wê pêk tîne. Di heman demê de gelê herêmê di parastina Bendava Tişrînê li hember êriş û hewldanên kontrolê de bi israr e.

Di çarçoveya van çalakiyan de şêniyan piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) anî ziman ku bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin. Şêniyan diyar kir ku piştgîrdayîna QSD’ê beşeke berxwedana niştîmanî ya parastina xakê ye.

(fr)

ANHA