Ehmed Xoce: Bi Rêber Apo re civaka demokratîk digihêje serî

Ehmed Xoce got tevî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê agirbest îlan kiriye jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker nehatin rawestandin û divê li hemberî van êrişan helwesteke xurt bê girtin.

Ehmed Xoce: Bi Rêber Apo re civaka demokratîk digihêje serî
30 adar, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Ehmed Xoce têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan, îlankirina agirbestê û berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji ANHA’yê re axivî.

Ehmed Xoce wiha axivî: "Hem ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê, hem ji bo hêzên kurdistanî û hem jî ji bo kesên demokrat û azadîxwaz, ew nameya Rêber Apo, nameyeke dîrokî û erênî ye. Piştî banga Rêber Apo a aştiyê, dewleta Tirk a dagirker tu bersiv ji wê yekê re neda, berovajî wê êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirin.”

Xoce anî ziman ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan jî dewlet Tirk a dagirker êriş domandin û wiha got: "Rêber Apo ji gerîlayên azadiyê xwest êdî çek werin danîn, ji bo ku ev şer were rawestandin. Rast e, wekî tê dîtin ku gerîlayên azadiyê piştî banga Rêber Apo agirbest îlan kir, lê dewleta Tirk a dagirker bi karê xwe ranebû û êrişên wê li ser herêmê hîna berdewamin. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk naxwaze aştî çêbe.”

‘BÊYÎ RÊBER APO AŞTÎ Û ARAMÎ ÇÊNABE’

Eheme Xoce destnîşan kir ku dewamkirina êrişên dewleta Tirk tê wateya ku vê pêvajoyê ji xwe re ji bo xapandinê dibîne û got: "Dewleta Tirk dixwaze careke din xapandinekê di vê derê de çêke. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rengekî rast ev banga Rêbertî pêşwazî kir û li ber raya giştî gotin ku em hazir çekan deynin lê şert û mercên me jî hene; yê ku ev bang kiriye Rêber Apo ye û yê ku vê pêvajoyê çareser bike jî Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk Rêber Apo ji zindanê derxe. Bêyî Rêber Apo tu aştî û aramî çênabe.”

Xoce din berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şandeya DEM Partiyê xwestibû beriya Newrozê biçe Îmraliyê û peyamekê ji Rêber Apo bîne, lê dewleta Tirk a dagirker destûr neda û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk nexwest beriya Newrozê hevdîtin bi Rêbertî re were kirin, ev neqebûlkirina wan tê wateya ku dewleta Tirk naxwaze aştî û aramî pêk were. Dema ku şer hîna zêdetir dewam bike, wê demê dê alozî gurtir bibe. Dema ku ev alozî gurtir bibe, wê demê dê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin. Li pêşiya çavê cîhanê ev kiryarên dewleta Tirk ên li ser çiyayên azad û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên dîtin, bi rengekî hov êrişan dike. Her kes dizane PKK`ê agirbest îlan kir lê dewleta Tirk hîna êrişên xwe nedane rawestandin û ji bo banga Rêbertî wan hîna tu gav neavêtine. Divê dewleta Tirk tiştên ku Rêber Apo xwestine pêk bîne.”

Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî yê Kantona Firatê Ehmed Xoce di dawiyê de got tenê bi Rêber Abdullah Ocalan re çareserî mimkun e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yê ku xwedî vê bangê Rêber Apo ye, dervayî Rêber Apo tu çareserî çênabe. Wekî ku gerîlayên azadiyê jî diyar kir ku Rêber Apo ne di nava vê pêvajoyê de be, dê çawa aştî çêbe? Ji ber ku Rêbertî ev yek xwestiye, divê ew di nava vê pêvajoyê de be. Rêber Apo di banga xwe de diyar kiriye ku yan rêya aştî û civaka demokratîk an jî derveyî wê. Wê demê dewleta Tirk dikeve sînorê Anatolyayê, li pêşiya dewleta Tirk ev tenê dimîne. Em jî wek gelê Kurd ji tevahî cîhanê re dibêjin dê israra me ya têkoşîn û berxwedanê dewam bike.”

ANHA