Telal Mihemed: Divê tevgera siyasî ya kurdî yekitiya xwe pêk bîne

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê da zanîn ku ji bo yekkirina nêrîna siyasî ya Kurdan û lidarxistina kongreyeke neteweyî li Rojava hewldanên berdewam hene.

Telal Mihemed: Divê tevgera siyasî ya kurdî yekitiya xwe pêk bîne
5 sibat, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed di hevpeyvîna li gel ajansa me de der barê xebatên ji bo yekkirina tevgera siyasî ya kurdî ya li Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku pêkanîna yekitiya Kurdan bi lihevkirina du partiyên siyasî pêk nayê, divê saziyên sivîl, serbixwe, yekitiyên çandî û wêjeyî bi berfirehî beşdar bibin.

Mihemed bal kişand ser wê yekê ku qonaxa nû ya ku Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Baasê tê re derbas dibe, kêşeyên nû derdixe pêş, lewma jî yekbûna Kurdan bûye erkeke lezgîn ji bo mîsogerkirina beşdariya Kurdan di avakirina siberoja welat de.

XEBATÊN LİDARXİSTİNA KONFERANSA NETEWÎ YA KURD Lİ ROJAVA

Telal Mihemed da xuyakirin ku ji bo yekkirina nêrîna siyasî ya Kurdan xebeteke berdewam tê kirin û komîteyeke amadekar ji bo amadekariyên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd li Rojava hatiye avakirin û got: "Di komîteyê de nûnerên 29 partiyên siyasî hene.”

Mihemed wiha dewam kir: "Pêwendî bi Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) re hat kirin da ku nûnerên xwe di komîteya amadekar de desrnîşan bikin ji bo amadekariyên kongreye, lê mixabin heta niha ji wan tu bersivek nehatiye.”

HELWESTA DER BARÊ SIBEROJA SÛRIYEYÊ DE

Mihemed tekez kir ku "Tevgera siyasî ya Kurd di şert û mercên niha de lezê nake ku biçe Şamê, ji ber ku li Sûriyeyê hîna valahiyeke siyasî heye, ne artêşek fermî, ne serok, ne parlamento û ne jî hikûmete rasteqîn heye. "

Her wiha got: "Ji ber vê yekê em niha giraniyê didin ser yekkirina helwesta Kurdan, da ku em amade bin ji bo dan û standinên li ser avakirina Sûriyeya nû, li gorî nerîneke zelal ku mafên Kurdan biparêze.”

Mihemed wiha pê de çû: "Çareseriya li Sûriyeyê divê piralîtiya civakê li ber çavan bigire. Rejîma Baasê di pêvajoya zêdetirî 60 salan de çandeke tirsê û stemkariyê di nav sûriyeyiyan de ava kiriye, lewma pêwîst e sîstemeke nû ku hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, durzî, elewî, îsmaîlî û hwd bihewîne, were avakirin.”

Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekitiya Kurdan tenê têrê nake, divê tevgera siyasî ya Kurdistanê li hember dijminên gelê Kurd helwesteke tund nîşan bide, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku sûcên li dijî sivîlan û li dijî mirovahiyê dike û axa Sûriyeyê dagir dike.

ANHA