Ramanên Ocalan; çavkaniyeke îlhamê ji bo birêxistinbûna civakî û azadiya jinan

Şêniyên Til Birakê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan derfetekê didin ji bo guhertina jiyana kesayetî û civakî, ji bo ku bikarin pirsgirêkan çareser bikin û siberojeke dadmend û wekhev ava bikin.

Ramanên Ocalan; çavkaniyeke îlhamê ji bo birêxistinbûna civakî û azadiya jinan
20 sibat, 2025   03:06
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Ramanên Rêber Abdullah Ocalan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi baldarî tê gotûbêjkirin, bi taybetî pêkhateya Ereb ku van ramanan wek rêbazeke ji bo têgihîştina xwe û ji nû ve birêxistinkirina civakên xwe li gorî rêgezên neteweya demokratîk dibînin.

Endama Meclisa Şaredariya Til Birakê Lemîs El Ayid diyar kir ku xwendina ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêyeke nû li pêşiya wê vekiriye û wiha got: "Ez ji felsefeya Rêbertî pir kêfxweş dibim, ji ber ku ew ji bo krîzên ku em di jiyana xwe ya rojane de pê re rû bi rû ne, çareseriyê pêşkêş dikin.”

Lemîsê anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan statuyeke taybet da jinan û bang li jinên Ereb kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas bikin da ku xwe ji qeydên civaka serdestiya mêran rizgar bikin.

JI NÛ VE NASKIRINA NASNAMEYÊ Û BIRÊXISTINBÛNA CIVAKÎ

Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakê Ednan El Îsa jî bal kişand ser girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku gel hînî dîroka xwe û çanda xwe bibe û wiha got: "Tişta ku di fikra Rêbertî de bala min dikişîne, baldariya wî ya li ser gelan e, vê jî hişt ku em ji nû ve nasnameya xwe hîn bibin.”

El Îsa tekez kir ku têgihiştina wî ya kûr a felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku ew kar û barên xwe yên kesayetî ji nû ve bi rêk û pêk bike û kar û barên jiyana xwe bi rêxistin bike. Her wiha diyar kir ku ramana Rêber Abdullah Ocalan behsa avakirina civakeke hevgirtî û hişyartir dike, li ser bingeha biratiya di navbera gelan de, bêyî cudahiya olî û mezhebî.

RIZGARBÛNA JI HIŞMENDIYA TENG

Endamê Şaredariya Gel a bajarê Til Biakê Ferhan El Siweyid der barê bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan a li ser kesayeta xwe de axivî û got: "Ez di sala 2017’an de fêrî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûm û ji wê demê ve min dest bi nirxandina hemû aliyên jiyana xwe kir, lewma ez xwe vekirîtir dibînin û min xwe ji hişmendiya teng rizgar kir."

El Siweyid tekez kir ku wî dev ji nêrînên teng ên olî, etnîk û neteweyî berdaye û têgeha “hemû ji bo yekî û yek ji bo hemûyan” qebûl kiriye. Her wiha diyar kir ku ew hewl dide tiştên ku hîn bûye bi kar bîne û bibe kesayeteke azad û bibandor di avakirina civakê de.

(k)

ANHA