Dildarên xwezayê amadekariyên zêdekirina jîngehek hêşîn dikin

Komeke dilxwazan bi armanca zêdekirina jîngehek hêşîn (kesk) û belavkirina hişmendiya parastina xwezayê, amadekariyên kampanyayekê dikin.

Dildarên xwezayê amadekariyên zêdekirina jîngehek hêşîn dikin
Dildarên xwezayê amadekariyên zêdekirina jîngehek hêşîn dikin
9 îlon 2024   05:10
REQA

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi nêzîkbûna demsala çandina daran re (Dawiya îlonê), dilxwazên xwezayê jî ketin nava liv û tevgerê. 

Komeke dilxwazên li Kantona Reqayê bi armanca zêdekirina herêmên şênahiyê û di nava civakê de belavkirina hişmendiya parastina hawîrdorê, dest bi amadekariyên kampanyaya çandina daran kirin.

Navê kampanayê wekî, "Werin em dar biçînin" hatiye diyarkirin û wê di dema çandina daran, ango dawiya Îlonê de, dest pê bike.

Dilxwazên xwezayê wê li Parka Beyda ya bajarê Reqayê kom bibin û starta kampanyayê bidin, cihên ku dê dar lê werin çandin diyar bikin.

Ji bo kampanayê bi Şaredariya Gel a Reqayê re danûstendin hatine kirin û kordiniyek hatiye avakirin. Di çarçoveya kampanyayê de wê li parkên giştî, kêleka rêyan û navbera rêyên du alî dar û kulîlk werin çandin. Her wiha dê paqijiyan derdorê bê kirin.

Endamê koma dilxwaz Ebdurezaq El Ubeyd têkildarî sedema kampanyayê ev agahî dan ANHA’yê: "Em dixwazin xwezaya bajarê xwe ya bedew vegerînin û rihê hevkariyê yê di navbera welatiyan de xurtir bikin. Em ê ji Parka Beyda dest pê bikin, ji ber ku li wir dar nîn in. Ev daxwaza piraniya endamên komê ye."

El Ubeyd diyar kir ku wan li ser malperên medya dîjîtal têkildarî kampanayê agahdarî û banga tevlîbûnê kiriye û heta niha 100 dilxwaz û xwediyên şitilgehan diyar kirine ku dê tevlî kampanyayê bibin û şitilên daran bê pere bidin.

El Ubeyd diyar kir ku ew ê bi beşdariya pispor û endezyarên çandiniyê şitilan biçînin û got wan bi Şaredariya Gel a Reqayê re koordîneyek ava kiriye.

El Ubeyd bang li şêniyên kantonê kir ku tevli kampanayê bibin.

(şx/a)

ANHA