Panela diyalogê ya li Reqayê bi girtina biryarên girîng bi dawî bû

Panela bi dirûşma "Azadî û mafên mirovan garantiyên parastina civaka exlaqî û polîtîk e" li Reqayê dest pê kirî, bi dawî bû.

12 kanûn, 2023   19:31
REQA

Di panelê de mijarên; girîngiya Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan, sûcên li Sûriyeyê tên kirin, mafên jinan çi ne, mafên zarokan ji aliyê Mudîra Projeyan û Rêxistina Cinevê Kal Nûra El Esaf, Mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan, cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid, endamê Komeleya Parastina Gelên Bindest Kemal Sîdo ji Almanyayê, parêzer û endama Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan Aynûr Başa, bi rêya skype ji Misirê endama Tevgera Jinên Misirî ji bo Guhertinê Nûr El Huda Zekî, şêwirmend û serokê Meclisa Rêveberiya Navenda Perwerdeyê ya Navneteweyî Ebdulfetah El Hemîdî ve hatin nirxandin. 

Dawiya panelê, seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer encamnameya dawîn a panelê xwend.

Di encamnameyê de ev xal hatin bibîrxistin:

1-Piştgiriya berxwedana gelên herêmê ji bo ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

2-Divê dewleta Tirk û komên çete ji Sûriyeyê derkevin.

3-Divê aliyên têkildarî mafên microvan berpirsyariyên xwe li hember sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bînin cih.

4-Rê li pêşiya sûc û binpêkirinên şer û yên li dijî mirovahiyê bê girtin, sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

5-Madeyên bingehîn ên mafên mirovan li Sûriyeyê bên çalakkirin.

6-Li dijî tundiya li ser jinan têkoşîn were meşandin.

7-Pêxistina jinan di tevahî qadên jiyanê de di nav de qanûnî û siyasî.

8-Pêkanîna nûnertiya adil, di tevahî qadên Komara Demokratîk a Sûriyeyê.

9-Rê li pêşiya diyardeyên civakî yên neyînî li dijî jinan û zarokan bê girtin.

10-Divê qanûna malbat û parastina zarokan, bê çalakkirin.

11-Bicihkirina nirx û rêgezên demokratîk di materyalan de.

12-Pêxistin û mezinkirina zarokan li ser rêgezên exlaqî yên rast.

13-Avakirina malbateke demokratîk ji bo pêşî li parçebûna malbatê bê girtin.

(şx)

ANHA