Bertekên li hemberî qetilkirina Ehmed Mamo berdewam in

Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Memo li Efrînê bi destê niştecihekî Ereb, şermezar kir.

Bertekên li hemberî qetilkirina Ehmed Mamo berdewam in
Bertekên li hemberî qetilkirina Ehmed Mamo berdewam in
15 adar, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyeyê daxuyaniyek da û qetilkirina zarokê Kurd Ehmed Memo li navçeya Cindirês a Efrînê şermezar kir. 

Endamên partiyê Cuma Welo û Xelîl Reşo daxuyanî li Şehbayê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi nêzîkbûna salvegera 6`an a dagirkirina Efrînê re, sûcên li dijî gelan berdewam in. Herî dawî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo bi destê niştecihekî Ereb. Bi hesabpirsînê ji sûcdaran, ev sûc bi dawî nabin, divê edalet pêk were û komên terorîst ji Efrînê bên derxistin û dagirkeriya Tirk bi dawî bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku partî, ji bo rizgarkirina axa Sûriyeyê ji komên terorîst, dê kar û xebatên xwe berdewam bike.

(şx)