‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’

Li bajarê Mazlum Dogan li navçeya Depê starta Newroza 2024’an tê dayîn.

‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’
15 adar, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Starta Newroza îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê pîrozkirin, li bajarê Mazlum Dogan li navçeya Depê ya Xarpêtê tê dayîn. 

Bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya li qada Termînalê ya Suleyman Karahanê bûn. Ji bajar û navçeyên cuda bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari dê di pîrozbahiyê de biaxivin. 

Welatiyên ku li qada pîrozbahiyê kom bûne, li ber dahol û zirneyê govendê digerînin.