Zêdetirî 507 hezar kes ji destpêka aloziyê ve hatine kuştin

Di encama aloziya Sûriyeyê de zêdetirî 507 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan jî koçber bûn. NY`yê hişyarî da ku pêwîstiya zêdetirî 16 milyon sûriyeyiyan bi alîkariyê heye.

Zêdetirî 507 hezar kes ji destpêka aloziyê ve hatine kuştin
15 adar, 2024   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama aloziya Sûriyeyê de ku 13 sal e berdewam e, zêdetirî 507 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan jî koçber û penaber bûn.

Aloziyê di 15`ê Adara 2011`an dest pê kir û bêyî ku çareserî dewam dike. Bi wê re êşên sûriyeyiyan zêde dibin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di aloziyê de zêdetirî 169 hezar sivîl hatin kuştin, di nav de zêdetirî 15 hezar jin û 25 hezar zarok hene. Her wiha zêdetirî 343 hezar leşker hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku pêwîstiya 16.7 milyon kesan li Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî heye, yanî nêzî ji çaran sêyê niştecihên welêt.

NY`yê ragihand ku nêzî 7.2 milyon sûriyeyî li hundirê Sûriyeyê koçber bûne û erdheja wêranker a li Tirkiye û Sûriyeyê ya Sibata 2023`yan çêbûye, koçberî zêdetir kir.

Ruxmî ku zêdetirî ji sedî 90`ê niştecihên Sûriyeyê di bin asta xizaniyê de ne, cîgirê koordînatorê herêmî yê kar û barên mirovî yê NY`yê David Cardin hefteya borî hişyarî da ku astengiyên li pêşiya fînansekirinê derdikevin, dibe bandor li gihandina alîkariyan û xebatan bike.

Heta niha li pêşiya hewldanên NY`yê yên ji bo dîtina çareseriya siyasî, astengî hene.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî bingehên demokratîk, gelek însiyatîf ragihandin, lê belê hêzên navneteweyî û herêmî û hin hêzên girêdayî derve, li dijî van hewldanên Rêveberiya Xweser derketin.

Sala borî, li qada dîplomatîk a Sûriyeyê guhertin çêbûn, Şamê ji nû ve têkiliyên xwe bi gelek dewletên Ereban re vegerandin, di serî de Erebistana Siûdî. Kursiya xwe ya di Komkara Erebî de vegerand û El Esed tev li lûtkeya Ereban a di Gulanê de li Ceddayê bû.

(şx)