Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin

Meclisên malbatên şehîdan û Kongra Star ên kantonên Cizîrê û Minbicê bi daxuyaniyan diyar kir ku di serî de Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker in.

12 sibat 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan û Kongra Star ên li kanonên Cizîrê û Minbicê têkildarî êrişa duh (11’ê Sibata 2024’an) a dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya Saziya Konfederasyona Gaziyan a li Qamişloyê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî, di serî de bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û NY’yê ya li hemberî van êrişan hatin şeremzarkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin hêzên navneteweyî ji ber bêdengiya xwe berpirsên êrişên dewleta Tirk in. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê sûcên şer û banga hesabpirsînê hat kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî ji siyasetên dewleta Tirk re danaxin û dê têkoşînê dewam bikin ta herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û ewlehî were mîsogerkirin.

(bb)

ANHA