Li Dêrik û Kobanê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li Dêrikê bi sedan kes ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê hatin gel hev. Li Kobanê jî kon hat vedan.

12 sibat 2024   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

DÊRIK

Meclisa bajarê Dêrikê bi boneya Komploya Naveteweyî ya 15’ê Sibatê civînek li Stada Kornîş li dar xist. Bi sedan şêniyên bajar û gundên Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê meclisa Dêrikê Rûbar Elî axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve ji bo mafên gelan li girava Îmraliyê tê dikoşe.

Rûbar Elî anî ziman ku gelê Kurdistanê deyndarê Rêber Abdullah Ocalan e û bal kişand ser çalakiyên fedaî yên bi dirûşma "Kes nikare Roja me tarî bike" û wiha domand: "Bi sedan keç û xort ji bo têkbirina planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bedena xwe dan ber agir, ji gel xwest ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin."

Piştre beşdaran li dengê Rêber Abdullah Ocalan guhdar kir. Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire Komploya Navneteweyî" bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi heman armancê Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star li navçeya Şêranê ya kantona Firatê kon veda. Kon li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a navçeyê Şêranê hate venda û şêniyên navçeyê herikîn bin kon. Di bin kon de axaftin hatin kirin. Rêvebera Kongra Star a Şêranê Litfiyê Mehmûd komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Dewletên hegemon bi komployeke qirêjî Rêber Apo dîl girt. Ji vê komployê armanc kirin ku ramanên Rêber Apo di nava gel de belav nebe. Lê Rêber Apo xwedî fikr û kedeke mezin di hundir Rojava de ye. "

Rêveberiyê Meclisa navçeya Şêranê Xelîl Mistefa wiha got; "Di sala 1999’an de Rêber Apo bi komloyeke qirêjî bi destê dewletên navneteweyî dîl hat girtin. Em vê komployê şermezar dikin. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin da ku rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. "

Çalakiya kon dê heta danê êvarê dewam bike.

(bb)

ANHA