Bersiva Îranê ya li dijî DYA’yê rojeva rojnameyên erebî bû

Çavdêr dibêjin êrişa Îranê ya li ser baregehên DYA’yê yên li Qeterê, naveroka bersiva Îranê nîşan da. Li gorî çavdêran, hilbijartina Dohayê, nîşan dide ku di navbera her du aliyan de lihevkirinek veşartî hebû ku rasterast şerê hev nekin û tenê besiveke sembolîk hebe.

Bersiva Îranê ya li dijî DYA’yê rojeva rojnameyên erebî bû
24 hezîran, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb ya Londonê, li ser bersiva Îranê û êrişên wê yên li ser navendên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Kendavê nivîsî. 

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran wiha nivîsî: "Hilbijartina Qeterê ji bo destpêkirina bersiva Îranê, dibe ku ji ber wê yekê ye ku Îran dizane ku Doha hevalbenda Tehranê ye û dê sedemên êrişê fehm bike. Her wiha ew ê bê deng bimîne. Ji ber ku eger Qeter bersiv bide dê Îran şerê xwe girantir bike. Jixwe hêza Îranê ji hêla çekan û hejmara mirovan de pir mezintir e.”

Hin çavdêran jî got: "Êrişa Îranê ya li ser Qeterê ji berê ve hatibû plankirin û Qeterê hay ji wê êrişê hebû. Her wiha ew gotinên şermezarkirinê jî tên wateya ku va Qeterê bersiv da û qaşo wê di dema guncaw de bersivê bide.”

Rojnameyê da zanîn ku armanca êrişê ew bû zirarê li baregeha DYA’yê yan jî cihên Qeterê neke. Her wiha destnîşan kir ku armanca wê ew e ku were gotin; va hêza Îranê heye û dikare bersivê bide. Heta dibe ku DYA’yê jî rê dabe ji bo êrişê da ku rê li ber Îranê vekin ku vegere dan û standinan.

(k)