Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 21 kes hatin kuştin

Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişa Îsrîalê de li nêzî navenda belavkirina alîkariyan 21 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 21 kes hatin kuştin
24 hezîran, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê saziya Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku gule û obîs li hezaran Fîlîstîniyan hate reşandin ku ji bo alîkariyê li xaçerêya Şehîdan (Netzarim) û Pira Wadî ya Xezayê kom bûbûn. Besel diyar kir ku di êrişê de bi kêmanî 21 kes hatin kuştin û zêdetirî 150 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê duh ragihandibû ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heya navîna Hezîrana îsal ve 17 hezar û 121 zarok hatine qetilkirin.

Li gorî wezaretê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û şûnde ve  jî 55 hezar û 997 kes li Xezayê hatin kuştin.

(bb)