Rêveberiya Xweser buhayê kirîna pembo diyar kir

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku wê her toneke pembo bi 600 dolarî  ji cotkaran bikire.

Rêveberiya Xweser buhayê kirîna pembo diyar kir
30 îlon, 2024   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Gişt ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro buhayê kirîna pembo ji cotkaran diyar kir.

Buhayê kirîna pembo piştî rêzecivînên li gel Meclisa Rêveber a herêmê, Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser û yekitiyên cotkaran ên her heft kantonan hat diyarkirin.

Hevserokê Desteya Giştî ya Pembo Mistefa Îbrahîm têkildarî diyarkirina buhayê kirîna pembo ji ajansa me re axivî. Îbrahîm diyar kir ku ji bo diyarkirina buhayê her toneke pembo wan lêkolîn li ser lêçûna berhem çêkirin û di encamê de dîtin ku lêçûn dighêje 470 dolar ji bo tonekî tenê.

Îbrahîm anî ziman ku desteyê ji sedî 28 qezencî ji cotkaran re hiştiye û li ser vî esasî buhayê kirîna her tonekê bi 600 dolar amerîkî hat diyarkirin.

WERGIRTIN SIBE DEST PÊ DIKE

Îbrahîm da zanîn ku navendên wergirtina pembo ji cotkaran amade ne û dê ji sibe (1’ê Cotmehê) ve dest bi wergirtinê bikin. Her wiha anî ziamn ku pembo wê li navendên Hesekê, Reqa û Dêrazorê were wergirtin.

Hevserokê Desteya Giştî ya Pembo Mistefa Îbrahîm bang li cotkarên pembo kir ku ji bo wergirtina belgeyên radestkirinê serî li navendên saziyê bidin.

(bb)

ANHA