Berpirsê teqîna li Moskovê li Tirkiyeyê ye

Di encama teqîna erebeya efserekî artêşa Rûsyayê de, efser bi giranî birîndar bû. Serokê Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê diyar kir ku pêkanînerê teqînê reviya bajarê Bordrumê yê Tirkiyeyê.

Berpirsê teqîna li Moskovê li Tirkiyeyê ye
24 tîrmeh, 2024   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê Alexander Bortnikov ragihand ku tawanbarê ku erebe li bakurê Moskovê teqandiye ji Moskovê reviya û berê xwe da bajarê Bordrumê yê Tirkiyeyê û niha li wir e û got ku ew ê ji bo desteserkirina wî bi Tirkiyeyê re têkildar bin.

Desteyên awarte yên Moskovê ragihand ku erebe vê sibê li Moskovê teqiya û di encamê de efserekî artêşa Rûsyayê ku ew xwediyê erebeyê ye û hevjîna wî birîndar bûn.

(mh/fr)