Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê bi serenavê ‘Cihê ol di neteweya  domokratîk de’ forumek li dar xist.

Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
Li Reqayê têkildarî cihê olê di neteweya demokratîk de forum
24 tîrmeh, 2024   20:56
REQA

Di çarçoveya bêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’, Meclisa Kongreya Îslama demokratîk a kantona Reqayê forumek li dar xist.

Di forumê de endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan El Ebid, endamên ji Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD), îmam, waîzên mizgeftan, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di destpêka forumê de Şêx Ebdusemed Elî hinek ayînên quranan pîroz xwendin. Dûra mijarê yekem a têkildarî têgeha neteweya demokratîk li gel Rêber Abdullah Ocalan û Mîsaq Medîne El Munewere de  mijarê yekem ya der barê feraseta neteweya demokratîk li gorî Rêber Abdullah Ocalan û Peymana Medîneyê de ji aliyê serokê Weqfa Al El Beyt a Reqayê şêx Ebdullah El Simeydiî ve hat xwendin. El Simeydiî got: “Beriya demê pêxember rewşa li Medîne El Munewere balav bû û cehalet lê hebû, di navbera Cihû û Ereban de alozî hebûn. Lê bi pêkanîna Wesîqeya Medîne El Munewere re ya ku banga parastina welat, dayîna bacan, parastina xak û rûmetê kir, rewş hat guhartin. Pêdiviya me bi van nirxan heye ku ewlehî li herêmê vegere. Her wiha pêdiviya me bi fikra Rêber Abdullah Ocalan heye ku têgeha neteweya demokratîk bi vegera li olê were xurtkirin."

Edîtorê kovara Şerq El Ewset El Demokratî Îsmaîl El Xalid Mijara duyemîn a li ser rola rewşenbîran di belavkirina hişyarî, zanebûn û diyarkirina rola olê de axivî û got: “Di ferasetên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine de, ramana mirovî ji Sokrates û ji hezretî  Îbrahîm wergirt heta bi hezretî Mihemed. Ji destpêka avakirina dewletê heta niha ve tevgerên siyasî yên li dijî olê hene. Lê Rêber Abdullah Ocalan got, ˊol rêbaz û referansa çareseriya pirsgirêkan û amûra parastina civakan ji hemû pirsgirêkan eˊ."

Mijara sêyemîn li ser neteweya demokratîk û îslama demokratîk bû û ji aliyê endamê Saziya Kar û Barên Olî Yehya Fewzî ve hat xwendin û wiha got: “Hin têgîn divê werin sererastkirin an jî dibe ku nakok bin. Îslam olê xwedê ye û wateya wê rasdestbûna ji xwedê re ye."

Mijara çaremîn jî li ser rola jinê di neteweya demokratîk de, ji aliyê akademîsyen û mamosteya Zanîngeha Şerq Newroz Muslim ve hat xwendin. Newroz got: “Rastiya heyî ya jinê di civakên me de, analîz û xwendina rewşenbîrî ya civakê dixwaze, ravekirineke dûr û dirêj ji me tê xwestin. Em hemû dizanin ku civakên me îslamî ne û herî zêde urf û adetên van civakan bi hev ve girêdayî ne, di bin navê olê de reftarên jinan dişopînnin.”

Dûra beşdaran nêrînên xwe parvekirin, her wiha hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen got: “Divê em bîzantî û romaniyan û rewşa ku tê de bûn ji bîr nekin, li kêleka vî tiştî em Mîsaqa Medîneyê bi bîr bînin. Romaniyan siyasetên herî tund ên koletiyê meşandin. Dema ku em behsa îslam û Medîneyê bikin, divê em nirxên ku hezretî Mihemed destnîşan kirine, bînin bîra xwe.”

Bijîşk û lêkolînerê arkeolojîk Hisên El Mirî destnîşan kir ku Mîsaqa Medîneyê, mîsaqa yekem a ku dûrî zayendî û nijadan hatiye avakirin, dema ku mirovan ev peyman nas kirin bûne yek netewe. Ji ber vê divê em dîrok were naskirin û hin rêberên mezin hene, ne Ereb in, lê ji neteweya îslamê ne.

Serokê Weqfa Al El Beyt a Hesekê şêx Sînan Sîdoş got: “Me li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir zehmetiyan ji ber mijarên olî kişandin, bi taybet ji aliyê dewleta dijberî mirovahiyê dikin ku ew jî dewleta Tirk e. Em hemû dizanin ku ola îslamê ji bo xizmeta mirovahiyê û avakirina kesayetên mirovan hatiye, ji bo parastina şeref û xwîna hemû mirovan hat. Mebesta me ji vejandina Sunneta pêxember , ne vegerandina hezar û 400 sal berê ye, mebesta me pêkanîna tiştê ku hezretî Mihemed gotî ye."

Serokê Meclisa Olî ya Reqayê şêx Ehmed El Dexîl bersiva pirsên beşdaran da û got: “Tu ol weke ola îslamê tune ye, mafên jinan parast. Em li dijî zewaca temenbiçûk in û pêşiya vê yekê digirin, mafên wan ên din jî taca serê me ne."

Endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Hesekê Mazin Harûn diyar kir ku pirsgirêk di warê têgehan û nepejirandina wan de heye û wiha got: "Pirsgirêka me ya destpêkê çareserkirina van têgînan e. Her wiha Kongreya Îslama Demokratîk ji destpêka avakirina xwe ve hewl da fikra îslama demokratîk dûrî tundî û tundrawiyê çareser bike, hezkirin û aştiyê di nava hemû pêkhateyan de belav bike."

(mg/fr)