Beriya cejna Remezanê li sûkên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tevgera zêde

Xelkê herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Remezanê dike û hêvî dike ku ewlehî û îstîqrar li Sûriyeyê belav bibe û hêviyên gelên herêmê pêk bên.

29 adar, 2025   19:15
REQA

Hemwextî nêzbûna cejna Remezanê tevgera li sûkên kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê geş bûye. Nûçegihanên me amadekariyên şêniyan ên pêşwazîkirina cejnê şopandin.

Şêniyê ji kantona Dêrazorê Ebdulhekîm El Dexîl ji ajansa me re li ser pêşwazîkirina cejna îsal axivî û diyar kir ku coş û moraleke mezin a vê cejnê heye û hêvî kir ku Sûriyeyê di xêr û ewlehiyeke mayînde de be û got: "Meha Remezanê li me û we bi xêr û xweşî derbas bibe. Em bi hêvî ne ev cejn şadî û kêfxweşiyê ji mezin û biçûkan re bîne."

El Dexîl diyar kir ku amadekariyên cejnê gelek rê û resmên klasîk vedihewîne, mîna fitreyan û got: "Di rojên dawîn ên Remezanê de welatî amadekariya fitreyê dikin û wê li hewcedaran belav dikin. Ew erkeke li ser her kesê rojî girtî yan negirtî ye."

El Dexîl destnîşan kir ku welatî di cejnê de cil û şêraniyan dikirin û li sûkên cejnê qerebalixeke zêde heye.

Di dawiya axaftina xwe de El Dexîl got cejna îsal di nava du şahiyan de hat; şahiya rizgarkirin û serkeftinê û şahiya lihevkombûna malbatan.

Li aliyekî din jî Mehmûd Sibêxan ê ji bajarê Hecînê li ser atmosfêra amadekariyên cejna îsal axivî û got ruxmî astengiyan cejna xwedî taybetmendiya şadiyeke mezin e û wiha dewam kir: "Beriya cejnê li sûkan tevgereke zêde heye. Welatî ji bo cejnê cil û bergan dikirin."

Der barê buhayan de Sibêxan wiha got: "Tevî ku rewşa aborî zehmet e, lê bihayên vê cejnê guncaw bûn. Wê jî hişt ku welatî pêdiviyên xwe bikirn."

‛HÊVIYÊN HER KESÎ DI VÊ CEJNÊ DE AŞTÎ Û EWLEHÎ NE’

Koçberê Efrînî Îbrahîm El Reşîd ê li kantona Tebqayê bi cih bûye têkildarî cejnê got: "Welatê me ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, me cejnên Newrozê, cejnên Remezan û Qurbanê li Şehbayê derbas kirin. Îsal ev Remezan jî li navenda demkî ya Tebqayê bû."

El Reşîd wiha domand: "Em bi hêvî ne di van rojên pîroz de aştî li welatê me misoger bibe û peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de pêk bê, her wiha em vegerin mal û gundn xwe. Tevahî penaber û koçberên Sûriyeyê vegerin malên xwe."

Li aliyekî din jî Mihemed El Xemerî yê ji xelkê Tebqayê axivî û got: "Her sal welatê me di xêr û xweşiyê de be. Di vê cejna îsal de rêyên di navbera herêmên Sûriyeyê de piştî hilweşîna rejîma Baasê vekirin û êdî gel bi taybet ciwan dikarin serdana xizmên xwe bêyî tirsa girtina rejîma Baasê, bikin."

El Xemerî wiha domand: "Em bi hêvî ne îsal ewlehî li tevahî Sûriyeyê, dûrî şerê mezhebî û xwînrijandinê, misoger bibe."

Ebdo El Eno yê ji kantona Reqayê jî got: "Bi hevrûkirina cejnên par, cejna îsal xwedî qerabalixeke mezin e. Li sûkan tevgereke zêde heye. Em bi hêvî dayik û xelkê me di nava kêfxweşiyê de bin."

Welatiyê bi navê Basil El Wasil jî diyar kir ku ev cejn ji yên par cudatir e çi ji aliyê biha yan jî daketina nirxa dolar li hember lîreya Sûriyeyê û pêşwazîkirina mezin a şêniyan ji cejnê re.

El Wasil wiha domand: "Ji nîvê meha Remezanê ve qerabalixeke mezin li sûkan heye. Em heta saetên dereng li sûkan dimînin û kel û pelên xwe difiroşin. Bi hêvî me ewlehî û aştî li tevahî xaka sûriyeyê belav bibe û biha weke xwe bimînin da ku welatî bikarin pêdiviyên xwe bikirin."

(fr)

ANHA