Berhemên xwecih bazar geş kiriye

Piştî ku sebzeyên havînê derbasî sûkên kantona Reqayê bûne, buha jî daketine.

Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
Berhemên xwecih bazar geş kiriye
16 hezîran 2024   07:35
REQA
ENES MIHEMED

Ji bo cotkarên kantona Reqayê sebzeyên havînê gelekî girîng in. Ji ber ku axa gundewarên kantonê baş e û av lê heye, ev cure çandinî bi ser ketiye.

Salane zêdetirî 100 hektar zevî bi bacanên sor, kartol, pîvaz, bacanên reş, îsot, fesûlî, qawîn û zebeş tê çandin.

Berhemên van zeviyan dadikevin sûka sebzeyan a Reqayê. Bi wê re sebze heta zêdetirî nîvê nirxê wê erzan dibin.

Kîloya firengiyan gihaşt 2 hezar û 500 lîreyî ku berê bi 10 hezarî bû, xiyar jî bû 3 hezar lîre ku berê bi 15 hezarî dihat firotin. Her wiha bacanên reş jî êdî bi 5 hezarî tên firotin, lê berê 20 hezar bû. Kundir jî bi 3 hezar lîreyî tê firotin ku berê bi 9 hezarî bû.

Rojane zêdetirî 45 ton firengî, 25 ton xiyar û miqdareke din a kartolan dadikevin sûkê.

Cotkarê bi navê Sadiq El Turkan ê ji Mezraya Kesra Efnan a kantona Reqayê, ji ajansa me re got cotkarên kantonê berhemên xwe karîn buhayên gelek sebzeyan daxin. Sadiq wiha domand: “Îsal germahî zêde bû û zirar li hin sebzeyan bû, lê berhem hîna baş e. Piştî ku sebzeyên havînê daketin sûkan, buhayên beriya 20 rojan nîvenîv erzan bûn.”

Sadiq ev li gotinên xwe zêde kir: "Berhem têra şêniyên kantonê û zêde dike. Ev jî bo ku kesên xwedî qutên sînordar gelekî baş e."

Bazirganê bi navê Îsmaîl El Şewax ê ji kantona Reqayê jî got: "Beriya 20 rojan, sebzeyên beledî li sûkê tune bûn. Me ji derve dianîn, lêçûna veguhastinê, gumruk û destheqê karkeran, ev cure sebze bihatir dikin."

El Şewax wiha pê de çû: "Piştî ku sebzeyên havînê daketin sûkê, erzanî çêbû û berhemên zêde jî em dişînin kantonên din."

Her wiha cotkaran bang kir ku piştgiriya ji wan re tê dayîn, zêde bibe. Desteya Çandinî û Avdanê ya kantonê, bi rêjeya ji sedî 3 piştgiriya cotkaran dike.

(şx)

ANHA