QSD: Em bi hêvî ne cejnê bikin derfeta yekkirina Sûriyeyê

Fermandariya Giştî ya QSDˊê bi boneya Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê da û got: "Em bi hêvî cejn bibe derfeta yekkirina welatê me Sûriyeyê ku şer parçe kiriye."

QSD: Em bi hêvî ne cejnê bikin derfeta yekkirina Sûriyeyê
15 hezîran 2024   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi peyamekê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanan û tevahî mislimanên li cîhanê pîroz kir. 

Di peyama QSDˊê de ev tişt hat gotin:

"Em vê boneyê li malbatên şehîdên xwe, şervanên xwe yên ji bo ewlehî û aştiya gelê xwe li ser pêyan in, pîroz dikin. Her wiha em vê cejnê li tevahî mislimanên li cîhanê pîroz dikin.

Em bi hêvî ne em cejnê bikin derfeta yekkirina welatê xwe yê Sûriyeyê ku şer parçe kiriye. Em bi hêvî ne rêya destpêkirina diyaloga nîştimanî-nîştimanî were vekirin ku çareya siyasî ya adilane û mayînde bi xwe re bîne, xakên dagirkirî werin rizgarkirin û dawî li terora ku qirêjiyên xwe li welatê me belav dike, bîne."

(fr)