Xetereyeke domdar li ser gerestêrka me; çolbûyîn

Çolbûyîn ji bo cîhan, mirov û avhewayê xetereyeke mezin e. Di encama vê diyardeyê de qadên çandiniyê kêmtir dibin û ev jî krîza xurekê bi xwe re tîne.

Xetereyeke domdar li ser gerestêrka me; çolbûyîn
16 hezîran 2024   05:17
QAMIŞLO

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku balê bikişîne ser diyardeya çolbûyînê û girîngiya rêgirtina li ber vê diyardeyê, di sala 1994’an de 17’ê Hezîranê wek Roja Têkoşîna li dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê îlan kir.

Çolbûyîn; paşketina kalîteya axê li herêmên çolistan û nîvçolistan, herêmên zuha û nîvavî ye. Prosesa wêrankirin û hilweşandina enejiya stratejîk a erdê ye ku bi xwe re şert û mercên dişibin şert û mercên çolbûyînê tîne. Diyardeyeke paşketina berfireh a pergalên jîngehê ye. Di encamê de enerjiya stratejîk a erdê kêm dibe û dûre bandoreke neyînî li hebûna giyaneweran dike.

SEDEMÊN ÇOLBÛYÎNÊ

Gelek sedemên çolbûyînê hene; hin xwezayî ne û hin jî girêdayî mirovan in. Ji sedemên xwezayî, zêdebûna diyardeya guhertina avhewayîê kêmbûna barîna baranê, zêdebûna pêlên hişkesaliyê, rêjeyên şorbûna axê û hwd. Şewitîna daristanan, zêdebûna xîzê (qûm) li nav qadên çandiniyê çolbûyînê zêdetir dike.

Sedemên ji ber mirovan ên çolbûyînê jî ev in: zêdebûna hejmara nifûsê, kiryarên şaş ên mirovan û yên nebaldar û girîngiyê nadin pergalên jîngehî û hwd. Mîna çêrandina ketober, rakêşkirina axa çandiniyê, jiholêrakirina daristanan, veguhastina rûberên avî û zuhakirina hin golan.

Di heman demê de şer û operasyonên leşkerî dibin sedema zêdebûna çolbûyînê. Ji ber ku dewletên hegemonîk xwezayê di şerên xwe de bi kar tînin, xendeqan dikolin, mayînan li erdê bi cih dikin, navendan diteqînin, çekên kîmyewî bi kar tînin. Dewleta Tirk jî van sûcan li dijî xwezaya Kurdistanê dike.

Zuhakirina herêmên avzêm û avakirina avahiyan li şûna qadên çandiniyê, yek ji sedemên sereke bû bandor ên zêdebûna rêya çolbûyînê ye. Li ser vê gelek mînak hene. Yek ji wan dewleta Tirk a dagirker e ku bi hevkariya hin dewletan li Efrînê mêtingehan li qadên çandiniyê ava dike. Heyva Sor a Qeterê jî 11`ê Hezîranê li xwe mikur hatibû ku bi hevkariya dewleta Tirk 13 mêtingeh li herêmên dagirkirî ava kirine.

LÎSTEYA WELATÊN BI ÇOLBÛYÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE

Li gorî daneyên NY`yê, ji 54 welatên Afrîkayê 46 welat rûbirûyî çolbûyînê ne. Zirarên wê li 38 dewletên Asyayê dibe.

Rêjeya çol û beyaran li welatên bakurê Deryaya Spî ji sedî 33.8 e. Li Spanyayê ji sedî 69 e. Li Qibrisê jî ji sedî 66 e, li Yewnanistan, Portugal, Îtalya û Fransayê jî ji sedî 16 heta 62 ye.

Em dikarin bêjin ku li Rojhilata Navîn, bi taybetî welatên wekî Behreyn, Kiwêt, Îmarat û Qeter bi temamî çol in. Li 10 welatan, mîna li Misirê, Erebistana Siûdî, Cezaîr, Urdun, Yemen û Mexribê (Fas) rêjeya çolbûyînê di navbera ji sedî 60-98 de ye. Li welatên din jî mîna Somalî, Sûriye û Iraqê rêjeya çolbûyînê ji sedî 50 ye. Somalî, Sûriye û Iraqê rûbirûyî çolbûyînê ne.

Li gorî rapora NY`yê ya sala 2023`yan ku li gorî detayên ji 101 welatan amade kiriye, li cîhanê zêdetirî milyarek kes rûbirûyî hişkesaliyê ne. Yanî em dikarin bêjin ku ji her heşt kesan kesek rûbirûyî hişkesaliyê ye. Bandora hişkesaliyê bi awayekî bingehîn li xizanan dike anku ji sedî 85`ê zirardîtiyên hişkesaliyê, li welatên xwedî xizan in.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku hişkesaliya cîhanî, dibe sedema koçberiya bi dare zorê. Ji lew re ji sedî 98`ê koçberiya nû ji ber karesatan e. Hejmara koçberan sala 2022 zêdetirî 32 milyon bû. Hemû jî di encamam guhertina avhewayê û karesatên mîna bahoz, lehî û hişkesaliyê koçber bûne.

Li gorî NY`yê dema hişkesaliya nerm û giran li gelek herêmên Çînê duqat dibe, dê dawiya vê sedsalê de rêjeya hişkesaliyê ji sedî 80 derbas bike.

BANDORÊN ÇOLBÛYÎNÊ LI SER JÎNGEHÊ

Hişkesalî, bi giştî bandorê li jîngehê û pergalên hevseng ên ekolojiyê dike, di encamê de koçberî çêdibe yan jî gelek zindî tune dibin. Dibe ku jêderên enerjiyê yên pêşîn bi xetereyê rû bi rû bin û  pileya germahiyê 3 derceyan zêde bibe. Tê pêşbînkirin ku nifûsa cîhanê yên ku rûbirûyî hişkesaliyê ji sedî 3 heta ji sedî 8 zêde bibe.

Di pêvajoyekê de dê ji sedî 90`ê nifûsa cîhanê rûbirûyî pileyên bilind ên germahiyê bin. Ev dê şiyana mirov qels bike ku nikare tedbîrên guncew li hember guheritnên avhewayê bigire.

Çolbûyîn bandor li jîngehê dike, ciherengiya zindiyan têk dibe û çêregeh û çandiniyê kêm dike. Di encamê de dê bandoreke neyînî li rewşa siyasî û civakî bike û dê bi xwe re aloziyên dîtir bîne.

(şx)

ANHA