Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî

Li gel guherînên şêwazên jiyanê jî, lê li Efrînê hîna jî jin bi rêbazên berê çêkirina mastê kemandî didomînin.

Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî
Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî
Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî
Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî
Berhemeke ji destê dayikan; mastê kemandî
2 tîrmeh, 2026   06:30
EFRÎN

Çêkirina mastê kemandî ji Efrînê heta herêma Cizîrê kevneşopek e ku  jin her havînê çêdikin. Ew beşeke çanda xwarina gel e û li ser sifreyan cihekî xwe yê sereke heye, bi taybet zivistanan.

Çêkirina mastê kemandî hewcedarî ked û demeke dirêj e. Ew bi berhevkirina şîrê teze û kelandinê dest pê dike. Dûre haveyn dixin nava şîr da ku şîr were meyandin. Piştî wê, baldariyek divê ku şîr baş were meyandin û neyê qetandin. Piştî ku şîr hat meyandin, dixin tûrikên qumaş ên spî, tê parzûnkirin û çêkirina mast bi vî awayî 3 rojan diajo. Piştî 3 rojan demekê li ser agir dimîne û dûre dixin qutiyan.

Jin vê berhemê diparêzin, bi taybet dapîr û dayik vediguhêzin nifşên din. Ev mast di zivistanê de û heta destpêka mewsima çêrê tê xwarin.

Li gel parastina vê çandê dayikên efrînî ruxmî koçberiya du caran jî, dev ji çanda çêkirina mastê kemandî bernedaye.

)zş/ha)

ANHA