‘Em dixwazin Ermen di avakirina Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin’

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Teteriyan anî ziman ku armanca wan ew e ku Ermen wek pêkhateyeke bingehîn di hemû saziyên siyasî û avakirina Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin.

‘Em dixwazin Ermen di avakirina Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin’
2 tîrmeh, 2026   03:45
NAVEDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Piştî rejîma Baasê ya Sûriyeyê 8`ê Kanûna 2024`an hilweşiya, hate gotin ku dê bi rêya pêvajoya edaleta veguhêz kiryarên bi salan hatine kirin, çareser bikin. Salek û 7 meh di ser re derbas bû, di Sûriyeya nû de civak û baweriyên cihêreng çawa cihê xwe dê bigirin? Di vê çarçoveyê de li ser rewşa nû ya Sûriyeyê û tevlêbûna Ermenan di nava pergala nû de sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteriyan ji ajansa me re axivî.

Hûn guherînên ku piştî 8’ê Berfanbara 2024’an li Sûriyeyê pêk hatin çawa dinirxînin? Ji bo Ermenan ji wê rojê heta îro çi guherî? Ev qonax ji bo Ermenan derfet e yan metirsî?

Piştî rejîma Baasê ya Sûriyeyê 8`ê Kanûna 2024`an li Sûriyeyê gelek guhertin pêk hatine. Vê guhertinê di civakê de hesteke metirsiyê derxistiye holê. Em bawer in ku heke Sûriye li ser bingeha wekhevî, azadî û qebûlkirina hemû pêkhateyan were avakirin, wê ji bo hemû gelan baş be û her kes dê bigihêje mafên xwe. Lê heke hin pêkhate bên derxistin an jî nehatin qebûlkirin, dê bibe sedema aloziyên nû û metirsiyan.

Ji bo pêkhateya Ermen, heta niha guherîneke girîng nehatiye çênebûye. Em hêj jî şert û mercên ku em tê de xwe ewle û rehet bibînin, nabînin. Di destpêka vê pêvajoyê de, dema ku şande ji Şamê dihatin herêmê, Ermenan di wan hevdîtinan de cih negirtibû.

Piştre me daxwaz kir ku bi waliyê Hesekê û cîgirê wî Ehmed El Hîlalî re hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê de me daxwazên civaka Ermen ragihandin û me got Ermen divê wek pêkhateyeke bingehîn di hemû pêvajoyên siyasî û rêveberî de cihê xwe bigirin.

Waliyê Hesekê û cîgirê wî pêşwaziyeke erênî nîşan da û got ew dixwazin civaka Ermen jî beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibe. Ev helwest ji bo me girîng bû.

Lê dîsa jî em dibêjin heta ku hemû pêkhate li hemû deverên Sûriyeyê bi awayekî wekhev neyên qebûlkirin, metirsî dê bidome. Pêwîst e hemû bajar û navçe di bin pergala qanûnê de bin û tu kes ji ber nasnameya xwe neyê cudakirin. Tenê bi vî awayî rehetî û aramî dikare were misogerkirin.

Têkiliyên Partiya Yekitiya Ermen bi rêveberiya nû ya Şamê re çawa ne? Ma daxwazên civaka Ermen tên guhdarîkirin?

CARA YEKEMÎN EM ÇÛN ŞAMÊ

Têkiliyên me bi rêveberiya nû ya Şamê ya nû re dest pê kirine. Hefteya borî em cara yekemîn çûn Şamê û li wir hevdîtinên fermî pêk anîn. Di van hevdîtinan de me hemû daxwazên civaka Ermen bi zelalî ragihandin. Me got Sûriye welatê hemû pêkhateyan e û Ermen jî divê wek hemû pêkhateyên din di pergala nû de cihê xwe bigirin.

Me diyar kir ku Ermen divê di hikumetê, saziyên dewletê, hêzên leşkerî, çand, huner, saziyên zimanî û wezaretan de temsîl bibin. Rêveberiya Şamê ji me re got ew ê di çarçoveya qanûnê de alîkariyê bikin. Heta niha jî hevdîtin û nîqaş didomin û di demeke nêz de jî em ê careke din biçin Şamê da ku vê mijarê berfirehtir nîqaş bikin.

Ji bo me girîng e ku Ermen, wekî ku di dîroka Sûriyeyê de rola xwe di avakirina dewlet, aborî, bazirganî, sanayî û jiyana civakî de lîstiye, di avakirina Sûriyeya nû de jî heman rolê bilîzin. Lê ji bo ku ev armanc pêk were, divê gavên pratîk werin avêtin. Mînak, pirsgirêkên fermî, belgeyan û prosedurên qanûnî divê werin çareserkirin da ku civaka Ermen bikare bi awayekî rehet kar û çalakiyên xwe li her devera Sûriyeyê bidomîne.

Hûn têkiliyên civaka Ermen ên bi Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê re çawa dinirxînin?

EM TU CUDAHIYÊ DI NAVBERA GELAN DE QEBÛL NAKIN

Civaka Ermen xwe wek pêkhateya aştiyê dibîne. Em bi hemû gelan re li ser bingeha biratî, hevjiyanî û rêzgirtinê têkiliyê datînin. Ji bo me Kurd, Ereb, Asûr û hemû pêkhateyên din divê xwedî maf bin. Em tu cudahiyê di navbera gelan de qebûl nakin.

Dema ku Rêveberiya Xweser hate avakirin, şert û mercên civaka Ermen gelekî baştir bûn. Cara yekemîn me derfet dît ku em sazî û çalakiyên xwe bi awayekî fermî pêk bînin. Ev maf di dema rejîma Baasê de tune bû. Her wiha di van 15 salên dawîn de, dema ku herêm rastî êrişan hat, hêzên Kurd û Ereb bi hev re civaka Ermen parast. Ev yek bû sedem ku têkiliya me bi hemû pêkhateyan re xurttir bibe.

Ji ber vê yekê em dixwazin di Sûriyeya siberojê de jî hemû gel bi ruhê biratî û wekheviyê bi hev re bijîn.

Hûn peymana ku di navbera QSD û Şamê de hate îmzekirin çawa dinirxînin? Li gorî we ev peyman dikare bibe gaveke ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê?

PEYMAN BÊYÎ CUDAKIRIN WERE SEPANDIN DÊ ENCAMÊN ERÊNÎ BIDE

Em vê peymanê bi gelemperî erênî dinirxînin. Heke bi ruhê neteweyî û ji bo berjewendiya hemû sûriyeyiyan were bicihkirin, dikare bibe gavêke girîng ji bo aramî û yekitiya Sûriyeyê.

QSD di van salan de di parastina Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê de roleke girîng lîstiye. Ji ber vê yekê divê hikumeta Şamê jî QSD’ê wek hêzeke sûriyeyî bibîne, ne wek aliyekî dijber. QSD ne tenê li dijî DAIŞ’ê, lê di demên cuda de li dijî rejîma Baasê jî şer kiriye.

Heke ev peyman bêyî cudakirin û bi pevbaweriyê were sepandin, dê ji bo hemû Sûriyeyê encamên erênî bide. Di nav QSD’ê de Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û pêkhateyên din cih digirin. Ev taybetmendî nîşan dide ku ew hêzek e ku hemû pêkhateyan temsîl dike. Di warê leşkerî de jî, heke hêzên hikumetê û QSD’ê bi hev re tev bigerin, kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê dê xurttir bibe. Lê şertê sereke ew e ku ev pêvajo ne li ser bingeha tolhildanê, lê li ser bingeha hevkariyê û biratiyê were birêvebirin.

Em hêvî dikin ku ev peyman bibe destpêka avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhate tê de cihê xwe bigirin.

Ermen di pêvajoya siyasî ya niha de têra xwe têne temsîlkirin? Ji bo destûra nû û pergala siberojê çi garantiyên siyasî dixwazin?

EM DIXWAZIN ERMEN DI PERGALA NÛ DE WERIN TEMSÎLKIRIN

Em wek Partiya Yekitiya Ermen dixwazin civaka Ermen di hemû qonaxên avakirina Sûriyeya nû de amade be. Ev tenê daxwaza me nîn e, mafê me yê bingehîn e.

Em dixwazin Ermen di amadekirina destûra nû, di meclisa nû û di hemû saziyan de ku tên avakirin, temsîla xwe hebe. Lê ev daxwaz ne tenê ji bo Ermenan e. Em bawer dikin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê divê di pergala siyasî de bi awayekî wekhev temsîl werin kirin.

Sûriyeya demokratîk tenê bi beşdariya hemû gel û pêkhateyan dikare were avakirin. Wekhevî, edalet û qebûlkirina cihêrengiyê divê bingehê pergala nû be.

Hûn siberoja civaka Ermen li Sûriyeyê çawa dibînin? Ji bo avakirina welatekî demokratîk û pirneteweyî çi peyam û pêşniyarên we hene?

Em hêvîdar in ku civaka Ermen bikare kar û xebatên xwe li seranserê Sûriyeyê bi awayekî azad û fermî bidomîne. Heke hikumet erê bike em ê li Şam, Heleb û bajarên din jî saziyên xwe bi awayekî fermî vekin.

Armanca me ew e ku di navbera pêkhateyan de tu ferq û cudahî nemîne. Heke îro mafên Ermenan were parastin, ev ne tenê ji bo Ermenan, lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê dê bibe mînakek baş.

Ji bo me, Sûriyeya demokratîk ew e ku hemû gel û pêkhate bêyî cudakirin di avakirina Sûrî de beşdar bin. Heke pêkhateyek ji vê pêvajoyê bê derxistin, nikare behsa demokrasiyek rastîn were kirin.

Her wiha em bang li hemû aliyan dikin, li Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê, ku dema peyman û lihevkirinan dikin maf û hebûna civaka Ermen jî biparêzin. Tenê bi vê awayî hemû pêkhate dikarin bi hev re Sûriyeke aram, demokratîk û pirneteweyî ava bikin.

(ha)