Şehîd Masîro bi merasîmekê hat oxirkirin

Endamê Saziya Giştî ya Gurmikê Masîro (Ehmed Elî) ku 20'ê Çileya îsal li Sirînê şehîd bûbû, li Kobanê bi merasîmekê hat oxirkirin.

18 nîsan, 2026   14:58
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê endamê Saziya Giştî ya Gumrikê Masîro (Ehmed Elî) ku 20`ê Çileyê (2026) li Sirînê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle spart axê.

Marasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Êto di axaftina xwe de got: "Şehîdên me ji bo rûmeta gelê xwe û parastina gelê xwe têkoşîn kir û heta kêliya dawiyê li ber xwe dan. Dijmin her tim dixwaze hêz û îradeya me têk bibe, lê em xwedî hêz in û em li pey doza şehîdên xwe têkoşîn dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê têkoşîn bikin."

Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho sersaxî ji malbata şehîd Masîro re xwest û wiha got: "Em bi êşa dayîkan dihesin, lê dijminê me dijminekî hovane ye. Divê em hêza xwe xurttir bikin û têkoşînê bikin heta serkeftinê bi dest bixin. "

Piştî axaftinan wesîqa şehîd Masîro hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de canazeyê şehîd Masîro bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(sş/bb)

ANHA