Berdevka YPJ‘ê: Armancgirtina jinan gefê li aştî û aramiya gelên Sûriyeyê dike

Berdevka YPJ‘ê Ruksen Mihemed bal kişand ser provokasyonên dawîn ên li bajarê Hesekê û êrişa li ser tabeleya keziyê jinê û got, ev ne kiryareke tesadufî bû, belkî nîşana zîhniyeteke êrişkar bû ku dixwaze aramiyê têk bibe.

Berdevka YPJ‘ê: Armancgirtina jinan gefê li aştî û aramiya gelên Sûriyeyê dike
10 cotmeh, 2026   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Ruksen Mihemed têkildarî provokasyonên dawîn ên li bajarê Hesekê û êrişa li ser tabeleya keziyê jinê ji malpera fermî ya YPJ‘ê re axivî. 

Roksen Mihemed diyar kir ku armanc ji êrişên li ser sembolên jinan, bêrêziya li têkoşîn û fedakariyên wan têkbirina îstîqrara herêmê ye, di heman demê de derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyêde bi taybetî Kurd û Ereban de ye.

Ruksen Mihemed destnîşan kir ku jinan bi têkoşîna û beşdariya xwe ya siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî, şiyana xwe ya ji bo guhertinên erênî îspat kirine. Her wiha bal kişand ser ezmûna jinên li Rojava, rola wan a bingehîn di avakirina civakeke aştîxwaz û aram de ku rêzê li cihêrengiya xwe digire.

Ruksen di dewama axaftina xwe de da zanîn ku êrişên li ser nirx, hebûn û îradeya jinan zîhniyetekê nîşan didin ku dixwaze civakê qels bike û têkiliyên di navbera gelan de hilweşîne û got, "Ev ne pêkanînên  tesadufî ne, lê peyamên ku hevgirtina civakî, ewlehî û aramiyê tehdîd dike, hildigire."

Ruksen Mihemed anî ziman ku armanckirina jinên Kurd û statuya wan jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de tehdîd dike û derî li ber alozî û dabeşbûnan bêhtir vedike.

Ruksen Mihemed diyar kir ku naskirina hebûn, nasname û îradeya jinan şerteke bingehîn e ji bo her rêyeke cidî ber bi guhertineke demokratîk li Sûriyeyê ve ye. Her wiha banga rêzgirtina li mafên hemû beşên civakê û misogerkirina beşdariya wan a siyasî û civakî, bêyî dûrxistin û cudakariyê kir.

Ruksenê daxwaz kir ku êrişkar û berpirsên gefan bên girtin û tedbîrên cidî werin girtin, da ku aştiya sivîl were parastin û pêşî li gurkirina pevçûnan were girtin.

Berdevka YPJ‘ê Ruksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, têkoşîna jinan dê berdewam bike, berdêl û têkoşîna wan dê  bibe wesîle ku nasname, maf û statuya xwe biparêzin û ji bo parastina destkeftiyên xwe û xurtkirina ewlehî, aramî û jiyana hevbeş di civaka Sûriyeyê de bixebitin.

(bb)