Hêzeke Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû

Hêzeke Îsraîlê ji 2 tank û 10 wesayîtên leşkerî pêk tê ji baregeha Ednaniyê derket, ber bi Um El Îzam û Um Batîne yên gundewarê Quneytîrayê ve çû.

Hêzeke Îsraîlê derbasî Quneytîrayê bû
10 cotmeh, 2026   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ji 2 tank û 10 wesayîtên leşkerî pêk tê ji baregeha Ednaniyê derket ber bi bajarokên Um El Îzam û Um Batîne ve çû.

Ev tevger ligel ketinên berdewam ên Îsraîlê li herêmên başûrê Sûriyeyê pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îro careke din şopand ku hêzên Îsraîlê nehiştin cotkar bikevin nava zeviyên xwe yên li derdora gundê Cemle yê rojavayê Derayê.

(f)