Berdevka PJAK’ê: Bila Trump aşkera bike ka çek dane kê

Berdevka çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn li hember îdiayên ‘çek dane Kurdan’ bertek nîşan da û got “Serokê DYA’yê Donald Trump çek dabin kê, bila aşkera bike.”

Berdevka PJAK’ê: Bila Trump aşkera bike ka çek dane kê
21 gulan, 2026   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Gotinên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên “Me di ser Kurdan re gelek çek ji xwepêşanderên îranî re şandin. Ez difikirim ku Kurdan ev çek ji xwe re hiştine, lewma ez gelekî bê hêvî bûm.” di rojên dawîn de ji aliyê gelek derdoran ve careke din tên nîqaşkirin. Hin derdor van daxuyaniyan bi kar tînin û hewleke mezin didin ku Kurdan bikin hedef. Tevî ku hevserokên PJAK’ê aşkera kiribû ku wan tu çek wernegirtine jî, domandina van nîqaşan rastî berteka tund a PJAK’ê hat.

Berdevka çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku egera destwerdaneke nû li ser Îranê heye û ji bo bidawîkirina nîqaşên der barê çekan de wiha got: “Serokê DYA’yê Donald Trump çek dabin kê bila aşkera bike.”

Gelawêj Ewrîn her wiha bang li partiyên Kurdan jî kir û got: “Kê çi çek wergirtibin bila aşkera bike û zêdetir vê rewşê şêlû nekin.”

Ewrîn bal kişand ser îhtîmala lihevkirina DYA û Çînê ya li ser hin mijaran û wiha axivî: “Wê li dijî Îranê careke din destwerdanek pêk were. Dibe ku dema wê kurt be, lê wê bi bandor be. Li ser mijara ku divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî, DYA û Çînê li hev kiriye. Her wiha Tengava Hurmuzê ji bo Çînê gelekî girîng e û wê hewl bide bi DYA’yê re hin peymanan çêke.”

Gelawêj Ewrîn têkildarî daxuyaniyên Trump û hewldana hin derdoran a ji bo armancgirtina Kurdan bersiveke zelal da û ev tişt anîn ziman: “Em wek PJAK ji Trump re dibêjin ‘Tu nikarî gelê Kurd bi wê yekê sûcdar bikî ku qaşo te çek dane wan û wan jî ew çek bi kar neanîne.’ Em li ser xaka Îran û Rojhilat hene. Him di qada siyasî him jî di qada leşkerî de hêza me heye. Me ji tu hêzekê çek wernegirtine. Heke DYA’yê çek dabin hin hêzan, bila bi aşkerayî ragihîne bê ka dane kê û kîjan partiyên siyasî. Bila kes gefan li Kurdan nexwe û nebêje ‘me çek dan we, we jî bi kar neanîn’. Wateya vê gefê ev e ku hem dixwazin Îranê li dijî Kurdan sor bikin hem jî dixwazin bawerî û pêbaweriya gelê me ya bi me bişikînin. Gelê me dizane ku em heta îro bi hêza xwe hatine. Hêza me wê li cihê ku pêwîst bike destwerdana xwe jî bike.”

Di dawiya axaftina xwe de Gelawêj Ewrîn bang li partiyên Kurdan jî kir û wiha domand: “Her wiha partiyên siyasî yên Kurd jî heke ji DYA’yê çek wergirtibin, bila vê yekê bi aşkerayî deynin holê. Şêlûkirina rewşê ya bi vî rengî, ne di berjewendiya tu kesî de ye. Biçûkxistina Kurdan a bi vê rêbazê jî rewşeke ku teqez nayê qebûlkirin e. Kurd li herêmê aktorekî serekî ne. Hêza wan jî heye; hêza me ya bingehîn jî gelê me ye.”