'Bêparkirina dayikan ji mafê wesayeta li ser zarokan binpêkirin e'

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê giştînameyek ji bo wesayetiya li ser zarokan derxist, di giştînameyê de mafê jinan ê wesayeta li ser zarokan tune ye. Li hember vê giştînameyê jinan bertekên xwe nîşan dan û got ev li dijî tevahî jinan binpêkirin e, hem ji bo zarok hem jî dayikê zehmetî ye.

'Bêparkirina dayikan ji mafê wesayeta li ser zarokan binpêkirin e'
26 kanûn, 2025   05:05
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê giştînameyek derxist ku wesayeta qanûnî ya li ser zarokan tenê bi wesayetên mêr ve sînordar e, dayik ji vê wesayetê bê par in. Li hember vê yekê bertekên nerazîbûnê hatin nîşandan.

Çalakgerên jin ên di warê parastina mafên jinan de diyar kir ku giştîname binpêkirina zelal a mafên jinên Sûriyeyê ji aliyên hiqûqî û qanûnî ve ye.

JINA JI SÛRIYEYÊ BERIYA ŞOREŞÊ, DI ŞOREŞÊ DE Û PIŞTÎ WÎ DE ZEHMETÎ KIŞANDIN Û DIKIŞÎNE

Girêdayî vê mijarê, endama Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Bêrîvan Hesen diyar kir ku jinên ji Sûriyeyê berî şoreşê, di şoreşê de û piştî şoreşê jî zehemtî kişandin û heta niha dikişînin û got: "Jinên ji Sûriyeyê ji ber koçberî, jiyana di kampan de û rewşa aborî gelek zehmetî kişandin û barên giran dan ser milê xwe."

LI GEL ZEHMETIYAN, DESTKEFTIYÊN JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Bêrîvan destnîşan kir ku li gel hemû zehmetiyan jî gelek jin li civînên navneteweyî bûn dengê jinên Sûriyeyê nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Ji destkeftiyên jinan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û avakirina saziyên ji bo parastina mafên jinan e. Di hikumeta veguhêz de beşdariya jinan di cihên biryarê de tune ye. Tenê wezîreke jin heye. Ev nenaskirina hikumetê bi maf û vîna jinan nîşan dide, berevajî binpêkirin e."

QANÛNA WESAYETÊ.. BINPÊKIRINA MAFÊN DAYIK Û ZAROKAN E

Bêrîvan diyar kir ku biryara dawîn a ku Wezareta Dadê daye ya ku jinê ji mafê wesayeta li ser zarokan bê par dike, di heman demê de mafê xizmên zarokan ên ji radeya yekemîn û duyemîn heye, binpêkirina zelal a mafên jinan e.

Bêrîvan pirsî ku, ka çawa dikare mafê wesayeta li zarokên jinekê bê redkirin, di demekê de ku ap an jî xizmek wan nikaribe tu berpirsiyariyê rake û çawa dayikek dikare karûbarên wan ên wekî xwendin, rêwîtî yan jî pêdiviyên jiyana rojane bêyî wesayeta qanûnî bi rê ve bibe.

BANGA VEGERA LI PEYMANA CEDAWˊÊ

Bêrîvan da zanîn ku pêwîstî bi vegera li peymana CEDAWˊê heye ku mafên jinan û parastina wan misoger e û diyar kir ku jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî vê peymanê mafên xwe standine.

Bêrîvan anî ziman ku bi rêya pêkanîna pergala hevserokatiyê, avakirina yekîneyan, saziyên taybet, misogerkirina mafên û erkên jinan, jinên li herêmê di tevahî warên jiyanê de bi mê re beşdarî avakirina civakê bûne.

REXNE

Bêrîvan diyar kir ku ev qanûna ku hatiye derxistin Sûriyeyê vedigerîne serdema Baas. Her wiha Bêrîvan Hesen şertên ji bo serokkomariyê wekî ku divê serok zilam, Musliman û Sunnî be rexne kirin.

BIRYAR ZEHMETIYÊN DAYIK Û ZAROKAN DUQATÎ DIKE

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Derya Remedan got: "Jinên ji Sûriyeyê ji bo perwerdekirin û fêrkirina zarokan kedeke mezin didin û barê koçberiyê didin ser milên xwe. Lê biryarên hikumetê ew ji mafên rewa yên ji bo zarokan bêpar hiştin."

Derya Remedan diyar kir ku li gorî vê biryarê jinên ji Sûriyeyê êdî nikarin zarokên xwe di dibistan û zanîngehan de tomar bikin an jî wan derxin derveyî Sûriyeyê.

DOMANDINA QANÛNÊN LI DIJÎ JINAN

Derya Remedan destnîşan kir ku qanûnên berê jî jin ji mafên wan bêpar dihiştin û wiha domand: "Ev qanûn jî ne di aliyê qanûnî ne jî aliyê hiqûqî de dikeve xizmeta jinan. Ji roja yekê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê ve heta niha tu gavên rastîn ji bo berjewendiyên jinan nehatine avêtin."

JI BO JINÊN JI SÛRIYEYÊ BANG: LI DIJÎ VAN BIRYARÊ DERKEVIN

Derya Remedan destnîşan kir ku gelek bav an jî bapîr hene nikarin xwedî li barê zarokan derkevin ev jî dibe sedema giranbûna barê jinan û got: "Bi demê re rewşa jinên Sûriyeyê xerabtir dibe."

Derya Remedan bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku li hemberî van biryar û qanûnan bisekinin û daxwaza mafên xwe û yên zarokên xwe bikin.

(mh/fr)

ANHA