Balafirên şer depoyên berê yên li Siwêdayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên nenas li bajarokê Kefer ê Siwêdayê depoyên berê yên binerdê ku ji bo "hişbirê û madeyên qedexekirî" dihatin bikaranîn, bombebaran kirin.

Balafirên şer depoyên berê yên li Siwêdayê bombebaran kirin
25 kanûn, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê diyar kir ku balafirên şer ên nenas depoyên berê yên binerd ku artêşa Sûriyeyê yê berê û "çekdarên eşîran" ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê weke depoyên hişbirê û madeyên qedexekirî bi kar dianîn, bombebaran kirin.

Hemwexêtî balafirên ku tê texmînkirin ên Urdinê ne, gelek cih li rojhilatê gundê Şeab ê başûrê rojhilatê Siwêdayê bombebaran kirin.

Vê êvarê hatibû gotin ku dengên teqînan li derdora bajarê Tedmurê yê rojhilatê Humsê hat bihîstin, lê dezgeh û malperên ragihandinê ev agahî derewandin.

(fr)