Bendeke din li Kobanê hate bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan bendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li têketina başûrê Kobanê bombebaran kir.

Bendeke din li Kobanê hate bombebarankirin
26 kanûn, 2023   19:00
KOBANÊ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketina başûrê Kobanê ya li têketina wê ya li ser rêya Helebê bombebaran kir.

Ev benda sêyemîn e ku di saetekê de tê bombebarankirin. Beriya wê 2 bend li têketina rojhilat û rojavayê bajêr hatin bombebarankirin.

 Li gorî agahiyên destpêkê zirarên mezin bi bendan bûne.

(fr)

ANHA