2 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Amûdê hatin bombebarankirin

Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 2 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Amûdê ya Cizîrê bombebaran kirin.

2 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Amûdê hatin bombebarankirin
26 kanûn, 2023   19:13
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketina rojhilatê navenda navçeya Amûdê ya li ser rêya ber bi Qamişloyê ve bombebaran kir, her wiha bendeke din li têketina başûrê navçeyê ya li ser rêya ber bi Hesekê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyan zirarên madî bi bendan bûne.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li herêmên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, di encamê de zirarên madî çêbûn û 8 welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

(fr)

ANHA