Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma ′Bi rêxistinkirin û vîna jinan em ê civakeke exlaqî-demokratîk –azad ava bikin′ civîna xwe ya salê li dar xit û bi gelek encamnameyan bi dawî kir.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê bi dawî kir
26 kanûn, 2023   18:18
REQA

Civîna li navendê kombûnê ya Reqayê hate lidarxistin. Di civînê de endamên Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokatiya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, PYD′ê, rêxistin û tevgerên jinan beşdar bûn.

Di civînê de endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenbûya Neserîn El Hesen rapora nîvê salê ya kombûnê xwed, her wiha pêşdeçûnê siyasî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, rola jinan di civakê de, astengiyên li pêşberî meclisê derketine nirxandin.

Dûre seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Edalet Omer rewşa desteyê nirxand û piştre sînevîzyonek li ser xebatên kombûnê hate pêşkêşkirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruqeye Mihemed encamname xwendin û wiha ne:

Divê meş, çalakî û civînên ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin bilindkirin û lidarxistin.

Li dijî tevahî şêweyên tundî û dagirkeriyê serî hildin.

Civînên taybet bi her kantonekê werin lidarxistin û civîna meclisa giştî were lidarxistin.

Civîn û atolyayên xebatê yên ji bo danîna zemînekê ji bo pêkanîna qanûna malbatê werin lidarxistin.

Civînên koordînasyonê werin lidarxistin û komîteyên amadekariya roja reş werin avakirin.

Şehîd bi koordînakirina Meclisa Malbatên Şehîdan werin bibîranîn.

Hemleyên hişyariyê yên ji bo sînordarkirina koçberî û zirarên wê li ser civakî bi taybet li ser jinan werin destpêkirin.

Dewreyên vekirî û girtî ji bo kesên nexwendî werin vekirin û atolyayên li ser pirtûka aboriya komînal li navçe û kantonan werin vekirin ku asta fikrî were bipêşxistin û kadoriyên rêveberî yên jin werin amadekirin.

Dikanên Zad El Xêr li navçeyên Tebqayê werin vekirin.

Xebata li ser avakirin dikanên bazirganiyê li herêma sîna were kirin.

Kargeha şîremenî, kargeha bûzî, kargeha mirîşkan, mast û penêr werin vekirin.

Hemleyên haştagê yên ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker werin amadekirin.

Serdana malbatên şehîdan werin kirin û dewreyên perwerdê yên vekirî ji hevjîn, keç û dayikên şehîdan re hişyarî û zanabûn werin lidarxistin.

Serdanên malên li tax û bajaran ji bo şîrovekirina rewşa siyasî werin zêdekirin.

Koordîna bi meclisên rêveber ên li kantonan, koordîna bi nivîsgeha perwerdê re were kirin ku wane li ser rola jinan di civakê de û li ser jineolojiyê werin dayîn.

Civîn ji bo şîrovekirina Hevpeymana Civakî li komîn, komîte û meclisên kombûnên werin lidarxistin.

Bi koordînakirina Kongra Star re konferans ji bo Rêbertî li asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin.

Civîn werin lidarxistin û komîte ji bo amadekirina sazkirina hevpeymana civakî ya taybet bi jinan werin avakirin.

Komxebat ji meclis û komînan re ji hêla kombûnê ve werin lidarxistin.

(fr)

ANHA