Bendava Tişrînê 7 rojin ji xizmetê derketiye

Bendava Tişrînê ku ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker zirarek mezin dîtiye, ev 7 roj in ji xizmetê derketiye. Xelkê kantonên Firat û Minbicê jî, bê ceyran mane.

Bendava Tişrînê 7 rojin ji xizmetê derketiye
17 kanûn, 2024   09:38
CÎHAN BÎLGÎN
TIŞRÎN

Ji 8`ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji bêjahî û hewayî ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di van êrişan de sivîl, wargehên jiyanê, navendên xizmetguzariyê jî tên hedefgirtin. 

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 10’ê Kanûnê Bendava Tişrînê ku dikeve başûrê Minbicê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê bendava ku zirarek mezin dît, ji xizmetê derket.

Bendavê pêdiviya ceyranê ya kantonên Firat û Minbicê pêşwazî dikir, lê ev 7 roje ji xizmetê derketiye û, xelkê herdu kantonan bê ceyran maye. 

Xebatkarên bendavê hewl didin derbasî bendavê bibin û cihên xirabûne sererast bikin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hîn jî didomin, heta niha nehatiye sererastkirin.

BENDAVA TIŞRÎN

Çêkirina Bendava Tişrînê ku li ser çemê Firatê ye di sala 1980`yan de destpêkir, di sala 1999`an de bi dawî bû û bendav ket xizmetê. Bendav ji sala 2013 heta 2015 ketibû bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê. Bendava ku çeteyan gelek zirar gihandibûyê, sala 2015`an de aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve hat rizgarkirin. Di sala 2016`an de cihên hatibûn xirabkirin ji aliyê Desteya Kahrebeyê (Ceyran) ya Kantona Firatê ve hatin sererastkirin û bendav ket xizmetê.

Lê piştî sererastkirinê vê carê dewleta Tirk dest bi qutkirina ava Çemê Firatê kir. Vê yekê jî asta ava bendavê daxist û bandor hilberîna ceyranê kir. Dewleta Tirk gelek caran av ji nişka ve berdida û viya jî zirar da bendavê.

(a)

ANHA