Belavkirina maoztê li gundewarê Reqayê bi dawî bû

Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê bi rêjeya ji sedî 95 belavkirina mazotê li gundewarê kantona Reqayê bi dawî kir û dest bi belavkirina li nava bajêr kir.

Belavkirina maoztê li gundewarê Reqayê bi dawî bû
29 cotmeh, 2025   17:53
REQA

Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê di belavkirina mazota sobeyan li ser şêniyên bajêr de dewam dike. Belavkirina mazotê li ser şêniyan di destpêka Cotmehê de bû. Ew jî piştî sermijarî û belgeyên şêniyan hatin temamkirin, pêk hat.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi bihayê 315 lîre ji bo giştî mîqdarê, diyar kiribû.

Li gorî hevserokê Gerînendeîtiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê Omer Mihemd, gerînendetiyê bi hevkariya meclisên xwecihî yên li gundewarê kantonê mazota 87 malbatan, bi rêjeya ji sedî 95 ji şêniyên kantonê, belav kiriye. Mîqdara giştî maozta li gundewarê hatiye belavkirin 5 milyon û 500 hezar litre mazot e.

Mihemed got, "Piştî xebata belavkirina mazotê li gundewarê kantonê bi dawî bû, me ji Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ve, bi rêya 30 hezar kartên malbatî, dest bi belavkirina li bajêr kir."

Têkildarî zehmetiyên li pêşiya gerînendetiyê di belavkirinê de derketine Mihemed diyar kir ku : "Me hin zehmetî dîtin, weke neqûlkirina şêniyan li ser aktîvkirina kartan. Hejmara kartên hazir ên ji bo belavkirina li nava bajêr, 95 hezar kart e. Dê kar li meclisên xwecihî werin belavkirin, da ku ew bidin şêniyan û ew jî para xwe wergirin."

(fr)

ANHA