Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Hecînê civînek girseyî ji xelkê bajarê Sûsê re, ji bo şîrovekirina rewşa siaysî û guhdarîkirina li daxwazên gel, li dar xist. Di civînê de hat gotin ku divê di rêvebirina qonaxa bê de vîna gelan bingeh be û hewcedariyên şêniyên bên bicihanîn.

Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
Li bajarê Sûsê yê Dêrazorê civînek ji gel re hat organîzekirin
29 cotmeh, 2025   18:20
DÊRAZOR

Di çarçoveya rêzecivînên ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê li dar dixe de, îro civîna sêyemîn li bajarê Sûsê yê gundewarê rojhilatê kantonê hat organîzekirin. Di civînê de rewşên siyasî û aborî yên li herêmê hatin nîqaşkirin û li dawazên şêniyan hatin guhdarkirin.

Di civînê de rûspiyên eşîran, hejmarek ji şêniyan, nûnerên ji saziyên sivîl û komîteyên li bajarê Sûsê amade bûn. Li daxwazên şêniyan ên xizmetguzarî û debarê hat guhdarîkirin û pêşdeçûnên siyasî û rêveberî yên dawî hatin nîqaşkirin.

Düre şêwirmenda Rêveberiya xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Dîlar Derwêş axivî. Dîlar di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî, şerê ragihandinê û taybet ê li dijî herêmê bi giştî.

Li kêlek wê Dîlar bûyerên li perav û Siwêdayê, peymana 10ˊê Adarê û girîngiya wê ji bo Sûriyeyê, destwerdana dewleta Tirk a dagirker li bakurê Sûriyeyê şîrove kirin.

Li aliyekî din jî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî axivî û girêdana meclise bi rêgezên neteweya demokratîk û şopandina metoda şehîdan anî ziman û got ew dev ji xakên bi xwînê hatine rizgarkirin bernadin.

El Şiêtî bal kişand ser armanca meclise ku parastina ewlehî û îstîqrara şêniyan dike û ew ê heta pêkanîna îstîqrara û aştiyê li tevahî Sûriyeyê li ser vê metodê be.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî diyar kir ku girîng e ku di rêvebirina qonaxa bê de vîna gelan bingeh be, projeyên li herêmê hatine pêkanîn û yên di pêkanînê de ne peşkeş kirin.

Di dawiya civînê de şêniyan got ew amade ne bi Rêveberiya Xweser re bin, piştgiriya qonaxa bê û projeya aştiyê ya li herêmê bikin û da zanîn ku divê girîngî ji bo aliye xizmetguzarî bê dayîn û daxwazên wan ên girêdayî av, kehrebe û xizmetguzariyên giştî nexasim di aliyê beşa çandiniya li herêmê de bên bicihanîn.

(fr)

ANHA