Li Tebqayê dermanfiroşekî hebên hişbirê difirot hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dermanfiroşê ku hebên hişbirê di dermanxaneya xwe de difirot girt û li gel wî mîqdarek hebên hişbirê hatin desteserkirin.

Li Tebqayê dermanfiroşekî hebên hişbirê difirot hat girtin
29 cotmeh, 2025   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kesekî di dermanxaneya xwe de hebên hişbirê difirotin girt.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: "Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li bajarê Tebqayê îro, (28 Cotme 2025) kesekî ku di dermanxaneya xwe de hebên hişbirê difirotin, piştî şopandina çend rojan, girt.

Ev yek, piştî şopandinên ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê kirine pêk hat. Hêzan mîqdarek hebên hişbirê (1630 heb) ku dermanfiroş difirot bikarhênerên hişbirê, desteser kirin.

Di lêpirsînê de dermanfiroş tohmetên ji bo wî hatine kirin, îtîraf kirin û piştre ew ji bo temamkirina tedbîrên yasayê ji bo Dozgeriya Giştî hat rakirin."

(fr)