Belavkirina alîkariyan didome, 21 kamyon li bendê ne derbasî Kobanê bibin

Belavkirina alîkariyên mirovî li koçberên li kantona Cizîrê dewam dike. Heya niha zêdetirî 600 kamyonên alîkariyê derbasî kantona Cizîrê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûn. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) li benda wergirtina destûrê ye da ku nêzî 21 kamyonan derbasî bajarê Kobanê yê dorpêçkirî bike.

4 sibat, 2026   16:18
QAMIŞLO

Li kantona Cizîrê belavkirina alîkariyan li koçberan dewam dike. Alîkarî bi çavdêriya dezgeh û rêxstinên xêxwaziyê yên Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, xelkê Rojava yên li derveyî welat, bi hemahengiya Hevya Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê tên belavkirin.

Li gorî berpirsên li ser xebatên alîkariyên mirovî disekinin, heya niha zêdetirî 600 barhilgirên alîkariyê ku xurek, pêdiviyên zarokan, nivîn û sotemenî pêk tên, derbasî kantona Cizîrê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûn. Xwarin jî rojane li koçberan tê belavkirin.

Saziyên ku alîkariyan dişînin, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF), Saziya Xêrxwaziyê ya Kerûk, Rêxistina HANA, Yekitiya Bijîşkên Kurd ên Almanyayê, Bloka Helwest a Kurdistanê, kanalên televîzyonê Rûdaw û Kanal 8, Rêxistina VIM, rêxistina Rojava û çend saziyên din in.

Li aliyekî din li bajarên Dêrik û Qamişloyê klînîkên gerok li nava koçberan digerin û pêdiviyên wan bi cih tînin. Berpirsan diyar kir ku têkilî bi saziyên din re dewam dikin da ku di demên pêş de jî alîkarîdayîn bidomin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî daxuyaniyek li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê da. Rêveberê Dosyaya Rojava ya dezgehê Rewac Hacî alîkariyên ku dezgehê belav kirine, parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, belavkirina alîkariyan li tevahî dibistanan û navendên bicihkirina koçberan ên li kantona Cizîrê bi dawî bû. Her wiha îşaret pê kir ku niha alîkarî li koçberan di malan de mane, tê belavkirin.

Dezgehê da zanîn ku wan dest bi belavkirina beşa duyemîn li koçberên li dibistanan û navendên bicihkirinê kiriye, piştî bidawîbûna belavkirinê li koçberan dê li şêniyan were belavkirin.

Li gorî dezgehê, 321 kamyonên barhilgirên alîkariyan hatin şandin, 55 karmend beşdarî xebatên belavkirinê bûn. 7 hezar û 802 malbat ên li 183 dibistan û 12 mizgeftan dimînin sûd ji alîkariyan wergirtine. Her wiha 325 hezar û 582 lître mazot li 8 hezar û 908 malbatan hatin belavkirin. Xwarin li 35 hezar û 54 kesî hatin belavkirin û zêdetirî 5 hezar û 582 kes sûd ji xizmetên bijîşkî wergirtin.

Li gorî dezgehê, 21 kamyon li benda erêkirinê ne da ku derbasî bajarê Kobanê yê dorpêçkirî bibin.

(b)