Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû

Şandeya bijîşkên ji bajarên Silêmanî û Hewlêrê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, piştî 2 rojan li Dêrikê xizmeta birîndar û koçberan kir, derbasî Qamişloyê bû.

Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
Şandeya bijîşkên Başûr derbasî Qamişloyê bû
4 sibat, 2026   16:06
QAMIŞLO

Di 1’ê Sibatê (2026) de 19 bijîşk ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn. Piştî ku bijîşk 2 rojan li nava birîndar û koçberên li bajarê Dêrikê geriyan û destek da saziyên tenduristiyê yên Rojava û îro jî derbasî bajarê Qamişlo bû. 

Bijîşkan destpêkê serdana Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê kir û paşê derbasî Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bûn û bi hevserok û rêveberên kantonê re civînek li dar xist. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştre dê şandeya bijîşkan bi saziyên tenduristiyê yên bajêr re li nava birîndarên berxwedanê û koçberan bigere.

(bî)

ANHA