Rojnameya Wall Street Journal: Îxanetê li gelê Kurd ê leheng nekin

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî  cih da êrişên li ser Kurdên Rojava û berxwedana gelê Kurd a li hemberî êrişan û got êrîş li ser gelê Kurd ê Rojava çêbû û gef li wan hat xwarin û destnîşan kir ku ew li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi serketin û bang li civaka navnetewî kir destekê bide gelê Kurd û aramiya herêmê û Sûriyê garantî bike

Rojnameya Wall Street Journal: Îxanetê li gelê Kurd ê leheng nekin
4 sibat, 2026   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî got Kurdên Sûriyê bi kirîzeke rastîn re rû bi rû ne û êrîş li ser wan çêbû, xaka wan parçe kirin û îxanet li wan kirin û wiha dewam kir: "Gelek ji wan li ser destê çeteyên ereb ên girêdayî Ehmed El Şeri yê berê cîhadî bû û piştî ketina rejîma El Esed bûye serdestê nû yê Şamê, hatin kuştin".

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî got: "Kurdên li Sûriyê bi Kurdên Rojava têne naskirin, li herêmeke ku ber bi mezhebperestiyê ve çûye, natirin. Misoger dikin ku ew bi nirxên rojavayî ve girêdayî ne, nûnertiya modêla Islama rast û layîq ku azadiya wicdan û wekheviya sivîl di hundirê xwe de dihewîne, dikin. Di nava artêşa wan de yekîneyên jin hene û ev delîlekî berbiçav e ku ew dikarin derfeta lihevhatinê di navbera Islamê û nirêxên modernîteya Demokratîk de, çêbikin."

Di berdewama nivîsa rojnameyê de hat diyarkirin ku: "Kurdan berî deh salan di eniya pêş de li hemberî rêxistina DAIŞ`ê şer kirin û bi serketin. Bi saya lehengî, naskirina wan a erdnîgariyê û jîrbûna wan a teknîkê DAIŞ têk birin û bi hezaran cîhadî girtin. Berî ku di bin serweriya Şamê de bi hezaran terrorist birevin, Kurdan nobeta van çekdar û zarokan di şert û mercên ewlehiyê yên zehmet de, digirtin."

Rojnameyê bal kişand ser hewldanên dewletên Yekbûyî yên Amerîka û pêşkêşkirina Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal a qanûna "Parastina Kurdan". Her wiha ji bo polîtîka Rêveberiya Trump a difikire bi hezaran leşkerên Amerkî ji Sûriyê bikşîne xistiye rojevê.

Rojnameya Wall Street Journal ji bo mayîna dewleta Tirk li Sûriyê nivîsî:` Xeteriya li Kurdên Rojava bi zêdebûna bicihkirina Tirkiyê li Sûriyê û rolê Ehmed El Şeri di parçekirina rêveberiya xweser a kurdan ve girêdayî ye. Kurd hevalbendên dilsoz in û leheng in, dîrok wê hesabekî giran ji hemû hêzên dev ji Kurdan berdane, bixwaze. "

Di rojnameyê de nêrîna çavdêr û pisporan wiha hatiye nivîsandin: "Destekdayîna gelê Kurd û Rêveberiya Xweser parastin yek ji şertên aramiyeke demdirêj a Sûriyê ye. Eger civaka navneteweyî destek nede Kurdan wê di aliyê ewlehiyê de alozî û xeteriya terorîstan zêdetir bibe."