Behreynê ragihand ku Îranê bi dronan êrişî axa wê kiriye

Behreynê ragihand ku Îranê bi dronan êrişî axa wê kiriye û mafê xwe yê parastina serweriya xwe li gorî qanûnên navneteweyî, nîşan da.

Behreynê ragihand ku Îranê bi dronan êrişî axa wê kiriye
27 hezîran, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Behreynê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Îranê bi dornan êrişî axa wê kiriye. 

Wezaretê diyar kir ku berdewamiya êrişên Îranê hewldanên kêmkirina aloziyê yên herêmî û navneteweyî têk dibe û li dijî xalên lihevhatina li Îslamabadê ye ku di 17’ê Hezîranê de hatiye îmzekirin.

Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê îro sibehê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan di bersiva êrişên dawîn ên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê de li çend baregehên wê yên herêmê xistiye.

(k)