Rojnamevan Bayram Balci li Enqereyê hat oxirkirin

Kedkarê Çapemeniya Azad rojnamevan û helbestvan Bayram Balci ji aliyê malbat, hezkirî û hevpîşeyên xwe ve hat oxirkirin.

Rojnamevan Bayram Balci li Enqereyê hat oxirkirin
27 hezîran, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo Kedkarê Çapameniya Azad rojnamevan û helbestvan Bayram Balci (63) ku ji ber nexweşiya pênçeşerê di 23'yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a navçeya Batikentê ya bajarê Enqereyê a Tirkiyê merasîm hat lidarxistin. 

Malbat, hezkirî, hevrê û hevpîşeyên Bayram Balci jî di merasîmê amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag, endam û rêveberên DFG, MKG, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî tev li merasîmê bûn. Merasîma cenaze bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest danê dest pê kir.

Xwişka Bayram Balci, Nuray Balci axivî û wiha got: “Hevalê min, helbesta min a hê neqediyayî, bi gotina hevalên wî rêwiyê heqîqetê yî tu. Daxwaza wî aştî bû. Em jî aştiyê dixwazin. Şehîd namirin.”

Rojnamevan Zana Kaya jî anî ziman ku ew ji ber wefata Bayram Balci gelek xemgîn in û wiha got: “Piştî mamoste Huseyîn Aykol me mamosteyek xwe yê din jî winda kir. Hevrêyê Apê Musayan bû. 30 salan kedeke mezin da Çapemeniya Azad. Mîrateya wî dê di têkoşîna me de bijî.”

Rojnamevan Dîren Yurtsever jî Bayram Balci bi bîr anî û got: “Bayram Balci bîreke çapemeniya azad bû. Em ji Bayram Balci û kesên di vê rêyê de me winda kiriye re soz didin ku em ê têkoşîna wan mezintir bikin.”

 Piştî axaftinan girseyê darbesta Balci wergirt û ber bi goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalle ve bi rê ketin. Bayram Balci li goristanê ji aliyê malbat, heval, hevpîşe û hezkiriyên xwe ve hat definkirin.

 Piştî definkirinê beşdaran qerenfîl danî ser gorê. Hevalên Bayram Balci li ser goristanê helbestên wî xwendin û beyt hatin xwendin. Piştre jî rojnamegerên beşdarî merasîmê bûbûn, serdana gora mamosteyê Çapameniya Azad Huseyîn Aykol ku li heman goristanê ye kir.

 Ji bo bîranîna Balci li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê loqme dê bê belavkirin.