Sendîkaya Hunermendên Sûrî bawerî ji serokê xwe kişand û serok jî îtîraz kir

Meclisa Sendîkaya Hunermendên Sûrî ji ber biryarên yekalî, bawerî ji serokê meclisê Mazin Natûr kişand, her wiha Natûr jî got biryar pûç e, derqanûnî ye û dijî rêziknameyê ye.

Sendîkaya Hunermendên Sûrî bawerî ji serokê xwe kişand û serok jî îtîraz kir
4 gulan, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sendîkaya Hunermendên Sûrî îro bawerî ji serokê meclisê Mazin Natûr kişand .

Daxuyaniya meclisê ya ku li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin diyar dike ku ji ber ku Mazin Natûr bi awayekî yekalî û takakesî biryar dane û qanûnên yekitiyê bin pê kirine, li gorî xala 33’yan a benda 3 ji qanûna 40 a sala 2019’an, bawerî jê hat kişandin.

Cîgirê serokê yekitiyê hunermend Nor Muhena li ser vê daxuyaniyê îmze kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di vê dawiyê de Natûr endamtiya rûmetê dabû hin hunermendan û bûbû cihê nîqaşê.

Li aliyekî din jî Mazin Natûr li ser rûpela xwe ev biryar red kir û got pçû e û li dijî qanûna bi hejmara 40 a 2019’an û rêziknameya sendîkayê ye.

Natûr di daxuyaniya xwe de diyar kir ku aliyê tekane ku dikare erkdarkirinê bi dawî bike, heman aliyê erkdar kiriye, ye, ew jî serokatiya Meclisa Wezîran e. Serokatiya Meclisa Wezîran bi hejmara 209, di dîroka 25’ê Adara 2025’an de li gorî xala 51’an heman qanûn derxist.

Natûr rûniştina ku îro pêk hatiye (4’ê Gulana 2025’an) a ku tê de bawerî jê hatiye kişandin, bi "rûniştina awarte ya derqanûnî" wesif kir.

(mh/fr)