‛Paşguhkirina banga aştiyê wê krîzan Rojhilata navîn kûrtir bike’

Siyasetmedar û akademîsyenên bajarê Dirbêsiyê hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, paşguh dike û got nebersivdayîna vê bangê wê bi xwe re krîzên li hundirê Tirkiyeyê û li tevahî Rojhilata Navîn kûrtir bike.

‛Paşguhkirina banga aştiyê wê krîzan Rojhilata navîn kûrtir bike’
5 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Piştî derbasbûna zêdetirî 2 mehan di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye re derbas bûn, desthilatên Tirkiyeyê tu gavên cidî yên ber bi aştiyê ve neavêtine. Siyasetmedar û akademîsyenên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê Enqereyê heta niha tu gavên ku xwestekên wê yên rastîn di pêkanîna aştiyê de nîşan bidin neavêtine, berevajî êrişên we yên leşkerî li ser herêmên Kurdistanê zêdetir kirine û însiyatîfa ku deriyê çareseriya giştî vedike paşguh dike. Ev însiyatîf ne tenê ji bo pirsgirêka Kurdî ye, lê ji bo tevahî krîzên herêmê yên girêk çareserî ye.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê Ehmed Silêman got dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku mifteya çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye, ji ber wê jî wê têkilî pê re danî , Rêber Apo jî însiyatîfa aştiyê da destpêkirin.

Silêman diyar kir ku partiyên Kurd û hêzên siyasî yên têkildar ji bo biserxistina vê bangê amadebûna xwe ragihand, lê dewleta Tirk a dagirker tu helwest û bertekên erênî nîşan nedane û siyasetên xwe yên dijminatiyê didomîne.

Silêman wiha domand: "Xuya ye guhartinên mezin di nexşeya Rojhilata Navîn de wê pêk werin. Tirkiye jî her guhartinekê di vê nexşeyê de wekî gefekê li dijî xwe dibîne. Lê di heman demê de ew naxwaze çareseriya pirsgirêka Kurd anî naskirina mafên rewa yên gelê Kurd, red dike Ev jî durûtiya wê ya li hemberî aştiyê xuya dike."

Silêman banga berdana hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di serî de Rêber Abdullah Ocalan kir û got divê destûra dewleta Tirk a dagirker ji binî de were rastkirin û mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî tê de werin misogerkirin û got: "Êdî xapandina Kurdan ne pêkan e û Kurd ne Kurdên berê ne."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Dirbêsiyê Mesûc Ehmed got hevkariya AKP û MHP'ê krîzên aborî û siyasî yên mezin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derxistin û got: "Hikumeta desthilatdar ji bo mayîna li ser desthilatê tundî û zordarî bi kar anî. Vê jî krîzên hundirîn zêde kirin."

Mihemed wiha domand: "Hemwextî van krîzan, hikumeta Tirk berê xwe da Rêber Abdullah Ocalan ku ew aliyê tekane dikare çareseriyê pêşkêş bike, lê xuya ye ew di pêkanîna aştiyê de ne cidî bû. Tiştê ku em îro dibînin diyar dike ku dewleta Tirk şansê tekane ku Tirkiye û herêmê ji wêraniyê bi dûr bixe, paşguh dike."

Mihemed diyar kir ku divê mafê Rêber Apo ya nîqaşkirin û diyaloga yekser bi tevahî aliyên têkildar re hebe ku her pêvajoya siyasî bi ser bikeve û hişyarî da û got: "Berdewamkirina tecrîdê û redkirina berdana Rêber Abdullah Ocalan gefên teqînandinê li hundirê Tirkiyeyê dixwin, qelsiya tevahî herêmê zêde dike."

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed got: "Banga Rêber Abdullah Ocalan ne projeyeke partî yan jî beşekê ye, lê ew ji bo xizmeta tevahî gelên herêmê nêrîneke stratejîk e. Paşguhkirina vê bangê ne tenê derfeta pêkanîna aştiyê ji dest dide, her wiha ew parçebûn û cudabûna neteweyî û nijadî zêde dike û Rojhilata Navîn ber bi aloziyên demdirêj ve dibe."

(mh/fr)

ANHA